• Sunday, 22 February 2026
logo

Agahiyên taze derheqê xwe teqandin du çekdarên PKKê di Mexmûrê de

Gulan Media February 15, 2017 Nûçe
Agahiyên taze derheqê xwe teqandin du çekdarên PKKê di Mexmûrê de
Du çekdarên ser bi PKKê di kempa Mexmûrê de ku dikeve başûrê rojavayê parêzgeha Hewlêrê xwe teqandin.

Li gor wan agahiyên ku li jêderekê gehiştiye destê BasNewsê demjimêr 8 şeva borî du çekdarên ser bi PKKê bi navên Leşker û Birîtan ku kur û keçin xwe teqandine.

Çekdaran ev kare di bargeha taybet bi çekdarên PKKê di çaiyayê Qereçûxê yê Kempa Mexdmûrê de encam dane.

Berî niha qaymeqamê Mexmûrê, Mistefa Çavreş ji bo malpera fermî ya PDK(Partiya Demokorata Kurdistan)ê j ragehandibû ku agahiyên derheqê bûyera teqînê di kempa Mexmûrê, taybet bi çekdar û malbatên çekdarên PKKê ber dest wanin lê belê ji ber ku asayişa kempê û dorûbara wan bi destê wan de nîne ew nikarin lêkolînê li ser vê babetê bikin.

Ji aliyê xwe ve berpirsê pêşmergeya di eniya Guwêrê de ji bo BasNewsê ragehand ku:”Şeva borî bi sedema salvegera girtina Ebdulah Ocalan çekdarekî xwe teqaniye û çekdarê din jî îro danê sibê xwe teqandiye ku yek kur û yek keç bûye.”

Derbarê bandora wê bûyerê li ser asayişa deverê berpirsê pêşmergeyand di eniya Guwêrê de ji bo BasNewsê ragahend ku:”Di hemû dîroka gelê Kurd de tiştek wiha nebûy ku xelkê han bidin ji bo xwe teqandinê ev yeke jî tirsandinê ye û di civaka navnetewî de jî bi xirab tê behskirin.”

Rudaw
Top