• Sunday, 22 February 2026
logo

3 hezar çekdarên Şebek dixwazin pişikdarî oparasyona rizgarkirina Mûsilê bibin

Gulan Media February 15, 2017 Nûçe
3 hezar çekdarên Şebek dixwazin pişikdarî oparasyona rizgarkirina Mûsilê bibin
Nûnerê pêkhatê Şebekan li perlemanê Îraqê îro sêşembê daxwaz kir ku sê hezar çekdarên şebekan bo pişikdarîyê di rizgarkirina Mûsilê da bên amade kirin.

Henîn Qedu nûnerê Şebekan li perlemanê Îraqê di daxuyanîyekê bo Xed prês got: sê hezar çekdar ji pêkhatên Şebekan di nav polîsên navxwe û polîsên hatinuçûnê û bergirîya bajar dane.

Qedu xuya jî kir ku hewl dikin bo pişikdarîyê di operasyona Mûsilê da bên amade kirin.

Henîn Qedu dîyar kir jî pêkhatê Şebek daxwazê ji wezareta navxwe û civata emnahîya niştîmanî dike, ku lez bike û serbazgehan bo rahênanên çekdarên şebekan vekin ku niha li deverên Tenane li parêzgehên navîn û başûrê Îraqê ne.

War.tv
Top