Çend firokeyên şer Rojavayê Kurdistanê bombebaran dikin
Li gorî agahiyan ku gihîştine Rûdawê, îşev 2 helîkopterên şer êrişî hin binke û navendên li sînorê Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê kirine.
Çavkaniyekî ji Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, ku helîkopterên cengî hin cihên ser bi bajarokê Çilaxa ve dane ber bombeyan.
Li gorî çavkaniyê navborî, cihên ku tên bombebarankirin, li gundê Til Elo li başûrê bajarokê Çilaxa ne û di bin kontrola Hêzên Senadîd de ne, ku hêzeke leşkerî ya eşîra erebî ya Şemer a bi serokatiya Himêdî Deham e.
Eşîra Şemer hevpeymanê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye û Serokê wê eşîrê Himêdî Deham Hevserokê Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ye.
Hêj nayê zanîn, ku ew helîkopter ser bi çi aliyekê ve ne û êrişî navendên kîjan hêz an hêzan kirine.
Herwiha heta niha derbarê zirarên êrişa îşev de ti zanyarî nehatine zanîn.
Di 3ê Kanûna îsal (2017) de jî, 2 helîkopterê şer êrişî YPGê û Hêzên Senadîd li bajarokê Çilaxa yê Rojavayê Kurdistanê kiribûn.
Li gorî çavkaniyekî Rûdawê, di êrişê hingê de, 12 navendên leşkerî yên YPGê û Hêzên Senadîd ku hevpeymanê YPGê ye, hatibûn bombebarakirin.
Heman çavkaniyê ji Rûdawê re ragihandibû: “Navendên leşkerî yên YPGê û eşîreta erebî ya Şemer ên ku hatine bombebarankirin, li gundên Kînco, Xirab Bajar, Til Elo û Elsefa ne.”
Bajarokê Çilaxa li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ye û nêzîkî bajarê Dêrikê ye.
rudaw
