Encamnameya Komxebata Jinên Kurdistanî
Di 12ê Sibatê de Parlamentera HDPê Feleknas Ûca jî di nav de bi beşdariya 30 endamên jinên saziyên kurdistanî li avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Komxebata Jinên Kurdistanî bi rê ve çû. Jinan di komxebatê de bal kişandin ser ´yekîtiya netewî´ û ´rola jinên Kurd´.
Encamnameya komxebata navborî wiha ye:
“12 Sibatê 2017'an de bi tevlîbûna şexsiyet û nêzî 30 endamên jinên saziyên kurdistanî me komxebata xwe li dar xist. Armanca komxebata me bi jinên ji saziyê bakurê Kurdistan re nîqaşî û rêbazên yekîtiya netewî bû. Ji bo yekîtiya netewî rol û misyona jinê hatin nîqaşkirin.
Di Komxebatê de wekî jinên Kurdîstanî bi rihê hestiyarîyê têkoşînê, hêz û azadiya jinê hatin gel hev.Em êdî xwediyê berdêlên giranbuha û birûmet in. Me heta îro kar û barê jiyanê, rêxistinkirinê di nava hemû zordariyên şer û pevçûnan de meşandin. Jinên Kurdîstanî di Rojhilata Navîn de bi şoreşa jinê û ya Rojava re hatin merheleya ku pêşengiya jinên cîhanê bikin, bi vê wateyê êdî berpirsiyariyên me mezintir bûn.
Polîtîkayên dewletan bi red û înkara nasnama kurdîstanî ya netew re jinên kurd rastî gelek pirsgirêkan hatin û hîn jî tên. Ger Jin, Kurd, Elewî, Asûrî, Mihelimî, Êzîdî, Ermenî, Asûrî, Suryanî dibe her kîjan be jî pirsgirêk û tundî qat bi qat zêdetir dibe. Lê birêxistînê û têkoşînê me tundî bi paşve xistin û anî merheleyeke girîng, em ê çawa ji pirsgirêkan re bibin çareserî, perspektîfê çareseriyan çiye, di têkoşîna demokratik, yekitiya kurdan de rol û misyona jinan, êdî diyar e; wek merheleya duyemîn nîqaşa me wekî jinên pêşeng xurtkirina netewa demokratik em ê bi kîjan rê û rêbazan bidomînin e. Me dît ku di navbera 2013-2015’an de pêvajoya diyalogan gelekî erênî bû. Dema masa li Îmraliyê qulibî pêşiyê bi sazî û dezgehên jinan re pişt re yên, Kurdan, civakê, kedkar, ciwan, saziyên demokrat û civakî re (tirk, elewî,ermenî, suryanî,) hat qulipandin. Ev tecrube careke din nişan da ku ev qulubandina bi hemû masayên kurdan re pêwîst e em di destpêkê de bi yekitiya navxweyî ya kurdan re li her çar aliyê Kurdîstanê ava bikin.
Di komxebatê de hat diyarkirin ku em hemû bihev re bûn xwediyê tecrubeyan. Kurdistan kirin çar perçe, jin kirin heşt perçe û nîjadperestî, olperestî, zayendperestî ya Fars, Ereb ûTirkan li ser Kurdan perçe bi perçe şixulandin. Em wekî jinên kurd hatin merheleya ku di Kurdistanê û Rojhilata Navîn de bi netewa demokratîk bibin çareserî. Ev jî di sedsala 21’an de bi Netewa Demokratik re gengaz e. Ger ku çar dewlet li ser perçekirina me yekîtiyê çêdikin pêwîst e em jî berî wan yekîtiya xwe ava bikin. Bê yekitî yekem jin dibin qurban.
Gotinek Kurdan heye ‘Ger ku em nebin yek, em ê herin yek bi yek’. Ji ber vê yeke jî berî her tiştî yekîtiya kurdan di vê pêvajoya şerÊ cîhanê yê sêyemîn ku dîsa li ser esasê qetilkirina kurdan tê meşandin de gelekî girîng e. Me bi hev re di sala 2010 û 2013’an de du konferansên jinên kurd pêk anîbû. (li Amed û Hewler). Îro jî bi komxebata jinên Kurdistanî me nîqaşên xwe xurtir kirin.
Komxebata me de derket holê ku Netewa Demokratik ji bîrdozî û zihniyeta dewleta netew dûr e, bi cûdatiyên rengîniya civakê û xwezayê re yek e û azadiya her duyan jî diparêze. Bi hemû dengên civakî re paradigmaya demokratik, ekolojîk, azadiya jinê dihûne. Xwe nasipêre neteweyekê û olekê. Ji bo ku hemû bawerî û netew bi hev re wekhev bijîn. Netewa demokratik: xîtabî hemû kesên azadîxwaz dike berfirehkirin-guhertin û pirçandiyê esas digire.
komxebata me jî bi van rêbazan hev-jiyana azad, pergala hevserokatî, hevşaredarî bi kurtasî pergala hevnetewên demokratik bihûnin. Îro ji her deman zêdetir hewceyî bi yekitiyê heye. Em jin xwediyê hêz û fikrên ku yekitiyê di kurdîstanê de ava bikin e.
Komxebata me Kordînasyona Yekîtiya Jinên Kurdistanî ava kir. Dê kordînasyon li bakurê Kurdistanê bi hemû şexsiyetên porsi, pêpartî, sazî û dezgehên kurdistanî re têkiliyan deyne û xebatên yekîtiyê xurt bikin, rojên 8’ê û 21’ê Adarê bi pêşengiya Jinên Kurdîstanê berve yekitiya netew bimeşe.Kordînasyon li her çar aliyê kurdistanê bi hemû bawerî û nasnameyên cuda re bixebite. wê kordînasyon li ser esasê yekîtiya jinan yekitiya kurdan e tevbigere.
Biryarên Komxebata me;
Divê bi Netewa demokratik re, rê û rêbazên yekîtiya kurdan li her çar aliyê kurdîstanê bi yekîtiya parastina rewa ya kurdan pêk bê.
Divê li dijî êrîşên li ser ziman, çand û jiyana li her çar aliyê kurdistanê bi yek stratejîyê bertek bên nîşandin,
Divê Jin wek perçeyekî ji netawa kurd di hemû qadên jiyanê (rêvebirtî, destûrî, parastina rewa) de cih bigire.
Divê êrişa li ser jinê li ku derê dibe bila bibe em qebûl nekin (berdel, zewaca zaroktî, pirzewac, tundiya derûnî, aborî, fîzîkî, ya dewletê, civakê) û wekî li me hemûyan bûye em têbikoşin.
Divê bi pergala xweseriya demokratîk li dijî pirsgirêkên olperestî, nijadperestî û zayendperestî têbikoşin.
Êrîş li ser kîjan aliyê Kurdîstanê dibe bila bibe divê em bi yek dengî û yek rengî qebûl nekin.
Divê jin bi zimanê aştiyane li dijî zihniyeta militarîst ku civakê di şer de talan dike, zimanê şer ava dike,têbikoşe.
Divê kurd di nava xwe de yekîtî û aştiya navxweyî avabikin, tucar destûrê nedin birakujiyê.
Divê Ji bo yekîtiya netewa kurd ya demokratîk bi hevdîtinan û hewldanan bil ez bixebitin.”
Rudaw
