Li Xûrmatû heşda şebî gef li Kurdan dixwe
Kurdên ku li Xûrmatu dimînin îdîa dikin ku milîsên Heşdê Şebî gefan li wan dixwin û dixwazin ku ew ji Xûrmatuyê derkevin. Kurd jî ji ber ku li ser jiyana wan xetere çêbûye mal û milkên xwe berdidin û direvin.
Remezan Hemîd Caf ku kurdekî Xûrmatu ye, bo çapemeniyê ragihand ku milîsên Heşdê Şebî bi telefonê li wan digerin û gefan li wan dixwin. Kesên xwediyê vê îdîayê dibêje: Bi telefonê li me digerin û dibêjin heta hefteyekê ji Xûrmatu derkevin. Heke na em ê we bikujin, mal û milkê we jî bişewitînin. Kesên ku heta hefteyekê ji Xûrmat derneketin deriyê mala wan tê boyaxkirin.”
Caf wiha dirêjiyê dide axaftina xwe: Ji ber gefên Heşdê Şebî hinek malbat neçar man û dev ji mal, milk û welatê xwe berdan. Lê ew kesên ku gefan li me dixwin bila baş bizanibin ku em ji Xûrmatu dernakevin û em ê her li welatê xwe bimînin.”
