‘Azad Cundiyanî diçe Serokatiya Herêma Kurdistanê’
Beriya ku her du baskên Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Navenda Biryarê û Piraniya Polîtbûroyê bicivin, Endamê Yedeg ê Polîtbûroya YNKê Azad Cundiyanî dest ji kar kişand. Li gorî zanyariyên Rûdawê Azad Cundiyanî di vê pêvajoyê de karê partiyan nake û tê gotin, ku dê di Serokatiya Herêma Kurdistanê de li ser dosyayek giring kar bike.
“Veger nîne”
Birayê Azad Cundiyanî, Helgurd Cundiyanî ji Rûdawê re ragihand; “Dest ji karkişandina Kekê Azad biryara dawîn e û ji biryara xwe venagere. Ev biryar ne kartekî guvaşe ser hizbê ye û ne mijarekî darayî ye. Ji ber ku Kekê Azad ev 40 sal in di nav YNKê de xebatê dike û ti berjewendiyeke wî yê darayî nîne.”
Helgurd Cundiyanî behsa karê pêşerojê yê birayê xwe kir û got; “Kekê Azad ji bo serxwebûna Kurdistanê dê xebata xwe ya siyasî û kurditiyê berdewam bike. Bavê min (Ebdulwehab Mihemed Elî) di Komara Kurdistanê ya Mahabadê û Şoreşa Îlonê de serkirde bû. Kesekî pêşverû bûye û ji bo serxwebûn û kurdîtiyê xebat kiriye. Lewma Kak Azad jî di xebata wî berdewam dike.”
Cundiyanî da zanîn, ku Azad Cundiyanî heta niha diyar nekiriye ka dê ligel partiyeke din karê xwe yê siyasî berdewam bike yan ne û destnîşan kir; “Ew û hemû xizmên me di hilbijartina rêçên siyasî û partiyan de azad in. Bavê me yek ji damezrênerê PDKê ye. Lê Kekê Azad heta niha derbarê çûna nav partiyeke din biryar nedaye.”
Li gorî zanyariyên Rûdawê ji asta bilind a PDKê daxwaz ji Azad Cundiyanî hatiye kirin da ku di Serokatiya Herêma Kurdistanê de bibe berpisê dosyeya Serxwebûna Kurdistanê û Giştpirsiyê.
Herwiha, pêwendiyên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî herdem ligel binemala Azad Cundiyanî baş bûye.
“Cundiyanî nabe yê dumahîkê”
Sedî Ehmed Pîre ji Rûdawê re behsa dest ji karkêşandina Cundiyanî kir û got; “YNK ji dema hatiye damezrandin heta niha qet bê pirsgirêk nebûye. Azad Cundiyanî ne yekemîn kes e ku ji partiyê dûr dikeve û nabe yê dawîn jî. Gelek kes hene dê werin û herin. Ev yek tiştekî xwezayî ye di nav aliyên siyasî de.”
Sedî Ehmed Pîre di wê baweriyê de ye, ku nakokî û cudahiya fikrî sedema dest ji karkişandina Cundanî ye û dide xuyakirin, ku ew ji salên 1970ê ve Azad Cundiyanî nas dike, lewma jî helwesta wî dihate çaverêkirin.
Talabanî çi gotiye Cundiyanî?
Li gorî zanyariyên Rûdawê Azad Cundiyanî ji helwest û pêngavên baskê Navenda BiryarÊ nîgeran bûye û ji kesekî nêzîkî xwe re gotiye; “Min dixwest Berhem Salih bigihînim qiraxekî aram. Li kongreyekî li dûrî kirîna dengan û gefan lidarbixin. Ez, Erselan Bayîz û Dilêr Seyîd Mecîd li Bexdayê çûne ba Mam Celal. Ji me re got, ku ji hemû endamên polîtbûroyê re bêjin, piştî min bila Berhem Salih bibe sekreterê partiyê. Lê Berhem Salih ji bo vê yekê ti pêngavek neavêt. Ez jî nikarim zêdetir li hêviyê bisekinim.”
Beriya niha jî hunermend û şêwirmendê berî yê Celal Talabanî ji Rûdawê re gotibû; “Mam Celal ji min re behsa çend kesayetan kiriye ku wan şayan dibîne cihê wî dagrin. Newşîrwan Mistefa (beriya ku ji YNKê cuda bibe), Kemal Fûad û Berhem Salih.”
“Çûna Cundiyanî bandor nake”
Endamê Serkirdetiya YNKê Arêz Ebdullah herçend ji çûna Azad Cundiyanî nîgeran jî be bawer nake, ku ev yek bandore li dengên YNKê li Hewlêrê bike.
Ebdullah got; “Xelkê vê herêmê bi hikmê Mam Celal û avabûna şoreşa nû ya gelê me bûne alîgirên YNKê. Ne ji bo xatirê kesên din.”
Cundiyanî ji YNKê bi guman e
Azad Cundiyanî di nameya xwe ya dest ji karkişandinê de ku roja 9ê Sibata 2017ê pêşkeşî cîgirên sekreterê giştî kiriye, dibêje, “YNK bûye hêzekî siyasî yê perçebûyî û ji vê jî metirsîdartir ew e, ku niha YNK ne di destên bi ewle de ye. Hemû nîşane û maje wê didin xuyakirin, ku di paşreojê de jî nakeve destên bi ewle, ku bikare hemû deng û rengan kom bike.”
Derbarê mijara serxwebûna Kurdistanê de jî Azad Cundiyanî helwesta YNKê ne zelal û bi guman şirove dike. Cundiyanî îdîa dike, ku hinek aliyên nav partiyê mijara nexweşketina Sekreterê Giştî bi awayekî ne rewa bikar tînin, ji berpirsên partiyê diveşêrin û dikin senaryoyekî hestiyariyê ya ji bo bêdengkirina alîgirên YNKê.
Azad Cundyanî rexne li arasteya rêveberiya YNKê jî digre û diyar dike, ku ber bi sepandina peykerê rêveberiyeke malbatî ve diçe.
Azad Cundyanî kê ye?
- Azad Ebdulwehab Mihemmed Elî (Azad Cundyanî) di sala 1955ê li Rewanduzê jidayik bûye
- Ji ber karê siyasî di qonaxa yekemîn de dest ji xwendina Peymangeha Hunerî berdaye
- Di destpêka salên 1970ê de bûye endamê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê
- Di salên 1976-1977ê de ligel rêxistina Komeleya Rencderan pêwendî sazkiriye
- Di sala 1981ê de bûye pêşmerge.
- Demekê berpirsê malbenda 6 a Soran û paşî malbenda 3 ya Hewlêrê bûye
- Cîgirê Sekreterê Mekteba Rêxistina Demokratan bûye
- Di kongreya duyemîn a YNKê de weke Endamê Serkirdetiyê hatiye hilbijartin
- Di kongreya sêyemîn de jî bûye endamê yedegê Polîtbûroya YNKê
- Demekî Berdevkê Fermî yê Polîtbûroya YNKê bûye
- Sernivîskarê Rojnameya “Kurdistana Nû” bûye.
Rudaw
