Şandeke hikûmetê beşdarî Lûtkeya Hikûmetan dibe
Korbenda salane ya hikûmetan, duh 12 Sibatê li Dubey dest bi karên xwe kir û şandeke Herêma Kurdistanê ku ji Wezîrê Plandanan Elî Sindî, Wezîrê Avadankirinê Derbaz Kusret Resûl û Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî pêk dihat tê de beşdar bûn. Biryar e lûtkeya îsal 3 rojan berdewam bike.
Lûtkeya Cîhanê ya Hikûmetan, salane li bajarê Dubey li Îmarata Erebî birêve diçe û wek mezintirîn civînên welatan tê hejmartin. Di lûtkeyê de karûbarê hikûmetan di warê aborî, jîngeh û perepêdana karta taybet û çend pirsên din tên guftûgokirin.
K24
