• Sunday, 22 February 2026
logo

Berpirsekî ENKSê: Emê bi merc bibin şirîkê PYDê

Gulan Media February 13, 2017 Nûçe
Berpirsekî ENKSê: Emê bi merc bibin şirîkê PYDê
Endamekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, ewê bi merc Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bikin şirîkê PYDê, ew merc jî ew e, ku Pêşmerge tevlî hêzên PYDê nebin.

Nûrî Birîmo ku endamê serkirdatiya PDK-Sê ye jî, ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, “Pêşmergeyên Roj dê vegerin Rojavayê Kurdistanê û dê li wir navçeyên xwe biparêzin. Lê Pêşmerge dê tenê bi riya rêkeftineke navdewletî vegerin.”

Nûrî Birîmo her wiha gotiye, “Pêşmerge li wir têkel bi ti hêzeke leşkerî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nabin û fermana xwe jî ji kesî ji wan wernagrin.”

Derbarê gotinên PYDê ku dibêje, bila Pêşmerge tevlî hêzên me bibe, Nûrî Birîmo gotiye, “Emê bi mercekê bibin şirîkê PYDê, ku Pêşmerge nebin beşek ji hêzên wan, ji ber ku em û Pêşmerge ne endamên PYDê ne, ku rojekê navekî erebî jî li hêzên me bike. Pêşmerge xwedî navê xwe ye û ti navekî din qebûl nake.”

Birîmo daye xuyakirin ku Leşkerên Roj baş perwerdeya leşkerî dîtine, lewma jî niha amade ne bo parastina axa Kurdistanê. Ew Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de beşdar bûne û heta niha 45 şehîd dane bo parastina axa Kurdistanê ya pîroz.

Basnews
Top