Du kolberên Kurd ji aliyê hêzên Îranî ve tê kuştin
Malpera “Hingaw” ya mafên Mirovan li Rojhilatê Kurdistanê belav kir, hêzên sînor yên Îranê şeva borî li nêzîkî qezaya Selmas ya Rojhilatê Kurdistanê rasterast teqe li kolberan kirin, 2 kolber hatin kuştin û kolberekî din jî birîndar bû.
Wê malperê aşkere kir jî, navên herdu kolberên kuştî Daryoş Paşahyî û Xesro Kazimî ne û ji xelkê gundê Xorxorê yê ser bi Selmasê ya Rojhilatê Kurdistanê ne.
Li gor amarên rêxistinên mafê mirovan, salane hejmareke mezin ji kolberên Kurd li navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê bi teqeyên rasterast ji aliyê hêzên ewlehiyên yên Îranê tên kuştin û birîndarkirin.
K24
