• Sunday, 22 February 2026
logo

ji ber Heşda Şebî Şandeke Kurdistanê diçe Bexdayê

Gulan Media February 12, 2017 Nûçe
ji ber Heşda Şebî Şandeke Kurdistanê diçe Bexdayê
Şandeke Kurdistanê diçe Bexdayê û bi mezinên şîeyan re li ser zêdegaviyên Heşda Şebî li deverên Kurdistanî hevdîtin dike.
Berpirsê liqa 22 ya PDKê, Ekrem Salih diyar kir ku duh şandeka şîe serdana bajarokê Xurmatû kiribû ji bo ku bi kurdan re rûnên û derheqê nakokî û kêşeyên ku ji ber hebûna Heşda Şebî li wir derketine, gotûbêj bikin.
Ekrem Salih her wiha got, hefteya borî jî şandek ji mezinên bajarokê Xurmatû çûbû bajarên Necef û Kerbelayê û bi mezinên şîeyan re rûniştibûn û gilî li kiryarên Heşda Şebî yên mîna revandin û girtina welatiyan kiribûn û daxwaz ji wan kiribûn pêşiya wan kêşeyan bigirin.
Wî berpirsê PDKê da zanîn ku mezinên şîeyên Iraqê daxwaz kirine şandek ji siyasetmedar û partiyên Kurdistanê serdana Necef, Kerebela yan jî Bexdayê bikin û bi wan re rûnên.
Top