• Sunday, 22 February 2026
logo

Kerkûk: Daişê di nava du rojan de 397 kes revandine

Gulan Media February 11, 2017 Nûçe
Kerkûk: Daişê di nava du rojan de 397 kes revandine
Rêxistina Daişê îro, 12 sivîl li bajarkê Hewêce revandin, piştî doh 385 aware li sînorê Kerkûkê revandin.

Neqîb Hemîd Ubêdî, efserê supayê Îraqê ragîhand; ku piştî kuştina sê terorîstên Daişê, çekdarên wê rêxistinê bi ser gundê Elşecre ya sînorê Hewêce da girtîye û 12 akincîyên wê revandin, ku bi kuştina çekdarên xwe sûçbar kirin.

Supayê Îraqê jî doh ragîhandibû, Daişê 385 aware ji nawçeyeka sînorê Kerkûkê revandine, ku dixwestin berbi mekteb xalid biçin.

war.tv
Top