• Sunday, 22 February 2026
logo

Simê Boselî: Hinek şîeyên Iraqê PKKê li dijî Kurdistanê bikar tînin

Gulan Media February 6, 2017 Nûçe
Simê Boselî: Hinek şîeyên Iraqê PKKê li dijî Kurdistanê bikar tînin
Cîgirê fermandeyê Pêşmerge li Şingalê Simê Boselî dibêje, hinek şîeyên Iraq, PKKê li dijî Herêma Kurdistanê bikar tînin, ji ber ku dizanin Herêma Kurdistanê roj bi roj pêş dikeve.

Simê Boselî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, PKK hêj ji Şingalê venekşiyaye, ew jî piştî van hemû daxwazên navxwe û navdewletî û yên xelkê Şingalê. Ew naxwazin ji Şingalê derkevin, ji ber ku dixwazin pirsgirêkan ji me re derxînin, ti karekî wan li wir tune ye.

Simê Boselî her wiha gotiye, PKK dixwaze pirsgirêkan ji xelkê Şingalê re derxîne, rast e dema ku ew hatin DAIŞ li vir bû, lê niha ti karekî wan tune ye û Hêzên Pêşmerge navçeyê diparêzin.

Wî fermandarê Pêşmerge diyar kiriye ku hebûna PKK li Şingalê bi alîkariya Bexdayê ye, ji ber ku hinek şîeyên Iraqê PKK li dijî Herêma Kurdistanê bikar tînin, ji ber ku dibînin roj bi roj Kurdistan pêşkeftîtir dibe, lewma dixwazin bi riya PKKê pirsgirêkan ji Kurdistanê re derxînin.

Basnews
Top