• Sunday, 22 February 2026
logo

Trump dê bi Heyder Ebadî re hevdîtinê bike

Gulan Media February 6, 2017 Nûçe
Trump dê bi Heyder Ebadî re hevdîtinê bike
Balyozxaneya Amerîkayê ew nûçe red kir, ya dibêje, Serokê Amerîkayê Donald Trump hevdîtina bi Heyder Ebadî Serokwezîrê Iraqê re red kiribe.

Li gor daxuyaniyekê ji Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê, ew nûçeya ku li hin saziyên medyayî hatiye belavkirin, bi ne rast binav kir, ku behsa wê yekê dike, Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar girtiye bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re hevdîtinan neke.

Her di vê daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê de hatiye, di berê de her yek ji balyozê Amerîkayê li Bexdayê Doglas Silêman û Heyder Ebadî civiya ne û tê de tekezî li ser destkeftên hêzên ewleyiya Iraqê li Mûsilê û berdewamiya alîkariyên Amerîkayê ji bo Iraqê, di şerê li dijî DAIŞê de hatiye kirin.

Beriya çend rojan medyayên Iraqî belav kiribûn, ku Balyozê Amerîkayê, Heyder Ebadî li ser wê yekê haydar kiriye, ku Trump naxwaze ti hevdîtinan bi pê re bike.

Serokê Amerîka Donald Trump hefteya borî biryara ragirtina dana vîzeyê bi welatiyên 7 welalan da, piraniya wan welatan Misilman in û di nava wan de jî Iraq.

Li hemberê jî Parlementoya Iraqê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, ku bi heman awayî danûstandinê bi Amerîka re bike.

K24
Top