• Sunday, 22 February 2026
logo

CIA belgeyên veşartî yên li ser têkiliyên Sûriye û PKKê belav kir

Gulan Media February 5, 2017 Nûçe
CIA belgeyên veşartî yên li ser têkiliyên Sûriye û PKKê belav kir
Bi eşkerebûna belgeyên dezgeha îstixbarata Amerîka (CIA), derket holê ku Amerîka bi hûrî çavdêriya alîkariyên rêjîma Sûriyê bo PKKê kiriye. Li gorî wan belgeyan, Sûriyê di warên daraî û serbazî de alîkariya PKKê kiriye.

CIA komek belgeyên veşartî belav kiriye û mohra “gelek veşartî” li ser wan belgeyan rakiriye ji ber ku 25 sal bi ser wan de derbas bûye. Beşek ji wan belgeyan behsa têkiliyên Tirkiye, Sûriye û PKKê dikin.

Di belgeyekî de hatiye gotin ku Sûriye di salên 80î de gelekî alîkariya PKKê kiriye û li dijî Tirkiyê bikar aniye. Yek ji sebebên ku Sûriyê alîkariya PKKê kiriye, çêkirina bendavan li ser çemê Firatê bûye. Sûriyê xwastiye bi alîkarîkirina PKKê fişarê bixe ser Enqerê da ku ji wê siyaseta xwe gav paşde bavêje.

Di belgeyekî din de, ku sala 1986 hatiye amadekirin, behsa “Gefa Sûriyê li ser Tirkiyê” hatiye kirin û hatiye gotin ku “Amerîka ji Tirkiyê re gotiye ku Sûriye bi piştevaniya Sovyetê alîkariya rêxistinên neyarên te dike bi taybet rêxistinên kurdî û ermenî…”

Di beşeka din a wê belgeyê de hatiye gotin ku “Sûriye şev û roj alîkariya neyarên Tirkiyê dike. Bi baweriya me Sûriye li pişt tevahiya êrişên terorîstî ye yên ku li Tirkiyê diqewimin. Sûriye her wiha piştgiriya PKKê jî dike…”

Di belgeyek din de jî behsa zêdebûna alîkariyên Sûriyê bo PKKê hatiye kirin û hatiye gotin ku “Sûriye di warên daraî, serbazî, perwerdekirin, vekirina fêrgeh û kampan, pasport û gelek hêsankariyên din de alîkariyê dide PKKê…”

Li gorî belgeyekê, CIA ragihandiye ku Sûriye ji bo ku têkiliyên wê û Tirkiyê bi temamî xirab nebe, hinek kampên PKKê girtiye lê bi rastî nehatine girtin tenê bo devera Beqa ya Libnanê hatine veguhestin.

Tişta balkêş ew e ku li gorî wan belge û raportên CIA, heta niha jî têkiliyên PKK û rêjîma Sûriyê didomin.

Tê zanîn rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan derdora 20 salan li Sûriyê ma.

Basnews
Top