Mesrûr Barzanî: Em bi zorê kirine Iraqî û li ber Iraqîbûnê, em hatin cezakirin
Wek amajeyek ji bo hewl û pêngavên berdewam bo serxwebûna Kurdistanê, Mesrûr Barzanî diyar dike ku Kurd bi mana xwe li gel Iraqê hatin cezkirin û wê hêzê(Kurdan) zêdetirîn qurbanî di şerê dijî terorê de dane û li gor gotina berpirsên payebilindên Amerîkî nêzîktirîn hevpeymanê Amrîkayê ye û baca mana xwe di çarçoveya Iraqê de didin.
Şêwirmendê Encûmena Asayişê ji bo rojnameya elektronî ya Buzz Feed ragehandiye ku:”Pêşmerge take hêze ku şerê DAIŞê dike û heta niha jî di heman çeperan de mil bi milê Amerîkayê şerê heman dijminî dikin û li gor min rast û dirist nîne, ku dewletek ango neteweyek teqasa şaşiya çend kesekê bidin.”
Mesrûr Barzanî her li ser biryara Trump jî dibêje ku:”Pêşmerge hevpeymanên serke yê Amerîkayê ne di şerê dijî DAIŞê de û em dilgiranên bi nedana vîzayê ku xistine çarçoveya biryarê serokê Amerîkayê de.”
Donald Trump hefteya borî biryara da ku rê li ber pêdana vîzayê ji bo heft welatên misilman(Yek li wan Iraqê) bê girtin.
Basnews
