Îranê siza danî ser Amerîka
Wezareta derve ya Îranê di beyanekê da ragîhand; Tehran di bersiva cezayên nû yên Waşinton bo ser 13 kesayetî û 13 kompanîyên Îranî, dê sizayan dane ser hijmareka kesayetî û kompanîyên Amerîka û di demên dahatî da dê navên wan kes û kompanîyan aşkere bike.
Di beyanê da hatîye jî; Amerîka piştevanîya grubên terorîst yên cuda dike daku alozîyan li rojhilata navîn peyda bike.
Li 27 kanûna duwê ya borî Donald Traump, serokê Amerîka biryara danana sizayên nû li ser Îranê îmza kiribû.
War.tv
