• Sunday, 22 February 2026
logo

Dadgeha Îranê biryara korkirinê derheqê jinekê de da

Gulan Media February 4, 2017 Nûçe
Dadgeha Îranê biryara korkirinê derheqê jinekê de da
Dadgeha Bilind a Îranê, ji bo jina ku asîd reşandiye rûyê kesekê û çavê wê kor kiriye biryara qisaskirinê da û li gorî vê biryarê dibê çavên wê jinê jî were korkirin.

Li gor nûçeya ajansa Tasnîmê, 2 sal berê li bajarê Dehdeştê jinekê asîd reşandiye ser rûyê welatiya bi navê Sîma û çavê wê kor kiriye. Li ser vê yekê Dadgeha Bilind a Îranê biryar daye ku qisas bike. Yanî li gor şerîetê divê çavekî jinika êrîşkar were korkirin.

Di nûçeyê de hatiye ragihandin ku Dadgeha Bilind a Îranê herwiha cezaya dayîna pereyê xwînê û 7 sal girtîgehê daye jina tawanbar. Lê ev ceza dê çi wext were bicihanîn, nayê zanîn.

Çalakvanên mafên mirovan li dijî biryara qisasê disekinin û ji malbata jina ku bi asîdê hatiye korkirin, daxwaza bexşandinê dikin.

Her çi qas li Îranê êrîşên bi asîdan di van demên dawî de zêde be jî, ev ceza pir kêm tê sepandin.

Rudaw
Top