• Sunday, 22 February 2026
logo

Rojnameyekî Erebî: Heşda Şeibî malên xelkê talan dikin

Gulan Media February 4, 2017 Nûçe
Rojnameyekî Erebî: Heşda Şeibî malên xelkê talan dikin
Rojnameyekî Erebî amaje bi vê yekê dike ku Heşda Şeibî malên xelkê talan dikin û dest bi kavilkirina Mûsilê kirine.

Rojnameya El Quds El Erebî li ser zimanê çend şahêdhalan ve amaje bi vê yekê dike ku li gel pêşveçûna hêzên Iraqî di navçe û gerekên nav Mûsilê de hêzên çekdarên Heşda Şeibî dest danîne ser milk û malên xelkê.

Rojnameyê herwiha eşkere kir ku alaya Heşda Şeibî bi ser merqedên Mûsilê û merqeda Nebî Yûnis hatiye bilindkirin.

Rojnamê nivîsiye ku Heşda Şeibî dest bi talankirina kelûpel û malê xelkê kirine û ew talankirine gehiştiye kargehên pêşesazî û pêşangahên firoştina otomobîlan jî, ceda li wane di çendîn kolanên din yê Mûsilê de deriyê malan şikandine û mal talankirine.

Basnews
Top