Parlementerekî Iraqê: Hikûmeta Siwêdê lasaya Donald Trump dike
Parlementer Rezaq Heyder endamê lijneya peywendiyên derve yê parlemana Iraqê got ku Siwêd jî di dijberîkirina Iraqê de dixwaze wek Amerîkayê bike.
Li gor malpera ajansa rojamevaniya Ewropayê Rezaq Heyder gotiye ku bi rêya parlemanê û navendên dîplomasî vê dûvçûnê ji bo biryara Siwêdê bikin û biryarê wek biryarek naheq dizane ku Iraqê û gelê Iraqê dêşîne.
Duh çarşemiyê Hikûmeta Siwêdê biryar da ku hemû geştên xwe yên esmanî ber bi Iraqê ragire bi hêceta nebûna ewlehî û îstiqrarê.
basnews
