• Sunday, 22 February 2026
logo

Ji Amedê alîkarî bo Helebê tên şandin

Gulan Media February 3, 2017 Nûçe
Ji Amedê alîkarî bo Helebê tên şandin
Ji Amedê bo bajarê Helebê bi riya sazî û dezgehên dewletê û xêrxwazên sivîl di nava çend mehan de nêzîkî 100 TIR alîkarî hatin şandin. Kampanyaya alîkariyê ya ji bo Helebê hêj jî berdewam dike.

Mustafa Şeker jmelayekî xêrxwaz e ku her roj bi karê alîkariyê re eleqedar dibe. Ew her roj tê depoya alîkariyê vedike û alîkariyên ku ji xelkê bo Helebê hatine, berhev dike. Wan jî heta niha 8 TIR alîkarî ji Helebê re şandine.

Berpirsyarê Diyanetê yê Depoya Alîkariyê Mustafa Şeker ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Me heta niha hezar û 500 torbe Ard (arvan), 5 hezar betanî û 35 hezar cil ji bo bajarê Helebê şandiye. Alîkariya me berdewam dike”.

Yek ji saziya ku alîkariya Helebê dike jî Muftîtiya Amedê ye. Ew dibêjin wan beriya Helebê jî ji Sûrê û Farqînê re alîkarî kiriye û ew ti cudahiyê naxin navbera mexdûran.

Alîkarê Muftiyê Amedê Evdila Işik jî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Me beriya Helebê alîkariya mexdûrên Sûrê û Farqînê jî kir. Me ji bo Sûrê 10 hezar qolî zexîre, 3 hezar betanî û milyonek û 100 hezar lîre jî alîkariya çekên zexîreyê da. Em li gorî rewşa derdikeve alîkariya xwe bê cudahî dikin. Duh Sûr bû, îro Heleb e”.

Li Amedê hem şaredarî, hem AK Partî û hem jî sazî û partiyên olî alîkariya Helebê dikin. Li gorî wan saziyan ew alîkariya ji bo koçberên kurd ên li Bakur jî dikin. Lê xelkê Amedê di heman baweriyê de nîn e.

Li gorî agahiyan şaredariyên ku bi qeyûman têne birêvebirin û saziyên nêzî hikûmetê jî ji bo Helebê alîkarî dikin. Her çiqas haya wan ji hev heye jî her saziyek alîkariya xwe bi riyên cuda dike.

Rudaw
Top