Li Îsrailê propagendayeke xirab li dijî kurdan tê meşandin
Nûnerê kurdên cihû di Wezareta Ewqaf û karûbarên olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Şêrzad Omer ji bo BasNewsê radgehîne ku rexmî hemû xalên nakok û hemû kirîz û şer û metirsiyên terorîstan li ser Herêma Kurdistanê demeke ku çend dengên nebaş li Îsrailê hewla vê yekê didin ku raya giştî ya Îsrailê li dijî Kurdistanê rakin ev yeke jî piştî wan piştevaniyên ku ji aliyên hikûmet û milet û rewşenbîrên cihû ji bo doza rewa ya gelê Kurd tê.
Herwiha di berdewamiyê de got ku:”Eşkere ye ku kîjan welat û alî li helwesta dewleta Îsrailê û miletê cihû, perîşan û aciz dibin ez di vê baweriyê de me ku her destên wan aliyan di reşkirin û naşîrînkirina doza Kurd û gelên Kurdistanê li cem xelkê Îsrailê û cihûyan de heye. Mixabin heta niha ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ne t ajanseke medyayî û ne ti rewşenbîrekê ji her du aliyan, neketine ferqa vê metirsiyê ku rojane li ber çavane, berevajî dezgehên medyayî yên Kurdistanê wan hewlane werdigerine zimanê kurdî û vedguhezin bê ku ti dûçûnekê bikin.”
Di berdewamiyê de behsa çend nimûneyan dike û dibêje ku: Berî niha jinekê bi navê(B.X) ku kurde û niştecîhê bajarê Silêmaniyê ye bi her rêyeke zehmet bî xwe digehîne welatê Îsrailê û di medyayê wî welatî de daxuyanî dane ku piştî hevjînê wê zaniye ku ev jine cihûye gefa teslîmkirina jinê ji bo DAIŞê kiriye ango bi maneyek din jiyanêna cihûyan di Kurdistanê de di metirisiyê de ye ji ber ku Kurd misilmane û hove û alîgirê Îranê û DAIŞê ne bi vê awayî li cem cihûyên Îsrailê û hemû cîhanê propagenda dike ku kurd dijî Îsrailê û cihûya ne û di pênavê ola xwe de jina xwe didine destê DAIŞê.
Şêrzad vê yekê jî dibêje ku:”Ev serpêhate di medyayên Îsrail û cihûyan de gelel deng da û heta astekê ku haxamekî New Yorkê di nameyekê de nivîsî “Mixabin ji bo miletê kurd.”
Ew berpirse herwiha nimûneyek din dîne ku babê bikujekê dibêje ku dema ku min li gel kurê xwe li Kurdistanê de qise kiriye şofêrê taksiyê zaniye ku kurê min cihûye û xastiye ku wî bigire û teslîmî destê DAIŞê bike ji bo vê yekê kurê min şofêr kuştiye û niha malbata wî kuştî daxwaza 120000 dolaran dikin eger ez nedim vê kurê min darvekin(Ji ber ku di Kurdistanê de yasa nîne).”
Şêrzad amaje bi vê yekê jî dike ku babê bikujî di hevpeyvînekê de dibêje ku:”Kurdistan gelek metirsîdare û tirsa vê yekê heye ku Hikûmeta Silêmaniyê kurê min bifiroşe Îranê û di şûnekê din de dibêje ku tirsa me heye ku eger kurê me bête azadkirin jî, DAIŞ wî birevîne herwiha dibêje ku Kurdistanê herêmeke bêserûber û eşîretiye û yas nîne û heta tirsa me heye ku malbata kuştî, kurê me li zîndanê de bikujin.”
Şêrzad di dawiyê de behsa yasa û zagonan ku mafê hemû pêkhatiyên olî û netewî û bi taybetî jî yên cihûyan li herêma Kurdistanê de dike û wiha didomîne ku em wek nûnerê cihûyan di Wezareta Ewqaf de karê û çalakiyên xwe bi azadane dikin û ti mentiqek li wan dengên xirab de nînin ku ji bo peydakirina çand dolaran û wergititina mafê penabertiyê û rew li kirîzên herêma Kurdistanê û gehiştin bi cîheke aram tohmeta wiha bi xelkê Kurdistanê bikin.
Di dawiyê de jî daxwaz li dezgehên polîs û asayişê kir ku lêkolînê li wan dosyane bikin û rastiyê ji bo raya giştî bêjin herwiha daxwaz li her du hikûmetên Îsrail û Kurdistanê û rêxistinên mafê mirovan kir ku dûçûnê ji bo wan dosyane bikin berî ku du milet li ser hisaba berjewendiyên çend kesan li ber çavên hev reş bin û bibine dijmin û bi pêwîst jî zanî ku lêkolîn li ser her du dosyeyan bê kirin û bizanin kê? û bi çi mebestekê wan karane dikin?
basnews
