Almaniya: Em hatine alîkariya herêma Kurdistanê bikin
Destpêkê Barzanî got:
- Di civînê de, me bi awayekî giştî sipasiya Almnaiyayê û bi taybetî sipasiya cenabê wezîr kir ku, bi awayekî rêkûpêk di hemû konferensan de dengê Herêma Kurdistanê gihandiye civaka navdewletî. Me sipasiya hevkarî û alîkariyên Almaniya pêşkeşî Herêma Kurdistanê dike, çi ji bo wan koçbberên ber bi Herêma Kurdistanê hatine û çi ji bo meseleya aramiya deverên Mûsilê û hevkariyên leşkerî ji bo pêşmerge dike û çewaniya berfirehkirina wan hevkariyan, kir.
- Em sipasiya parlamentoyaAlmaniyayê û xatûn Klawdiya cîgira serokê parlamentoyê dikin ku dema mana pisepor û şarezayên arteşa Almaniyayê li Herêma Kurdistamanê ku meşiq û rahînanê bi pêşmerge bikin dirêj kir, dikin û ev yek ji bo Herêma Kurdistanê alîkariyeke mezin e.
Get Muler got:
- Cenabê serokê hikûmetê, em sipasiya we û gelê Kurdistanê dikin, di rewşke dijwar de, sala derbasbûyî yekmilyon û heştsedehezar koçber û penaberên destê DAÎŞê, we ew hewandin. Ev karekê însanî gelek mezine, dibe ku ew hijmara zêde ya koçberan li hember pênc milyon xelkê herêmê, li Almaniya neyê tesewir kirin, lê em hatine daku piştevaniya we bikin, Yekêtiya Ewropayê jî divê alîkariya Herêma Kurdistanê bike, di vî warî de herêma Kurdistanê ne bi tenê ye.
- Dibe ku bi sedena hezar koçberên din ji Mûsilê ber bi Herêma Kurdistanê ve bên, di civîna bê ya Yekêtiya Ewropayê li Biruksilê, divê Yekêtiya Ewropa û civaka navdewletî alîkariya Herêma Kurdistanê bike daku kirîza koçberan çareser bike û di hemna demê de ji bona vegera koçberan rê bê xweş kirin.
Bersiva pirsekê de li ser raporeke rêxistina çavdêriya mafê mirovan ku gotibû îşkence li Herêma Kurdstanê heye, serokwezîr got:
- Cenabê wezîr (wezîrê geşepêdana Almaniyayê) ev pirs digel min behs kir û min jî tekîd li ser wê yekê kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê, weke pirensîp, dixwazw dilrehetiyê bide ku, tu îşkence û pirsgirêk di wî warî de çênebin. Ez red nakim, dibe hindek haletên kit hebin, min ji cenabê wezîr re got dilrehet be, em dê li ser van haletan rawestin û bi tu awayî ew siyaseta sîstematîk ya Herêma Kurdistanî nîne, lê divê ew yek jî neyê jibîrkirin ku karê me yê pêşîn meseleya emniyeta welat e.
