Wezîrê geşe pêdan û abûriya Almanayê gehêşte Hewlêrê
Îro bi serdaneke fermî wezîrê geşe pêdan û abûriya Almanyayê Gerd Müller gehêşte Hewlêrê û li balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê ji aliyê wezîrê navxwe û berpirsê têkiliyên derve yên hikûmeta Kurdistanê veh ate pêşwazîkirin.
Biryare her îşev Gerd Muller li gel berpirsên Kurdistanê bicive û di civînan de behsa hijmarek mijarên girîng yên di warê abûrî, geşe pêdan û têkiliyên navbera her du aliyan bike.
