Ebadî: Biryara Trump ji bo me surprîz bû
Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara nedana vîzeyan heta 90 rojan bo welatên Iraq, Lîbya, Somalî, Sûriye, Îran, Sûdan û Yemenê îmze kiriye.
Konsolxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê, di çarçoveya biryara Trump de eşkere kiribû ku ew îsal ji 27ê Çileyê heta 27ê Nîsanê serdanên vîzeyê napejirînin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Bexdayê di konferanseke çapemeniyê de diyar kir ku “Iraq li dijî terorîstên ku ji derveyê Iraqê hatine, şer dike. Biryara Trump ji bo me surprîz bû û ji bo me xerabî ye.”
Ebadî ji Donald Trump daxwaz kir ku vê biryara xwe betal bike û got: “Bila bibîne ku Iraq ne ya berê ye, bila li iraqa nû binêre.” Ebadî herwiha bang ji Donald Trump kir ku ji vê biryara xwe vegere.
Heyder Ebadî li ser operasyona Mûsilê jî axivî û got ew dê aliyê din ê Mûsilê jî di demek nêzîk de kontrol bikin.
Herwiha Ebadî destnîşan kir ku ew dê li Iraqê rûpela terorê bigrin û rûpeleke nû hildin.
Rudaw
