Karayilan: Tirkîyê dixwaze oparasyonên serbazî li başurê Kurdistanê bike
Murad Karayilan, endamê konseya rêveber ya PKKê û fermandeyê hêzên parastina gel “HPGê” bo malpera Firat News dîyar kir; partîya dad û geşepêdan ya desthilatdar “AKPê” û partîya Neteweperest “MHPê” li ser dijayetîkirina hêzên Kurdî li bakur û başur û rojavayê Kurdistanê rêkeft ne.
Karayilan got jî: Receb Teyîb Erdogan di vê qonaxê da dixwaze operasyonên serbazî yên supayê Tirkîyê li bakurê Kurdistanê berdewam bin û di werzê biharê jî da operasyonên serbazî li başur û rojavayê Kurdistanê dest pê bike û armanca wî ji wan êrîşan komkirin û bidestxistina dengên pêdvî ye bo referandoma guhrîna destûrî ku dê li Nîsanê bê kirin.
War.tv
