• Sunday, 22 February 2026
logo

Li hewşa Nexweşxaneya Firatê cenazeyên 100 kesan hat dîtin

Gulan Media January 31, 2017 Nûçe
Li hewşa Nexweşxaneya Firatê cenazeyên 100 kesan hat dîtin
Li bajarê Minbic li hewşa nexweşxaneyekê goreke bi komî hat dîtin ku termên 100 kesên sivîl têde bûn.

Li gorî karmendên Nexweşxaneya Firatê ya li bajarê Minbicê, wan goreke komî di hewşa nexweşxaneyê de dîtin.

Hat ragihandin, tîmên rakirina mînan, di dema pişkinîna deverê û hewlên bo pûçkirina mînên bermayî yên şer de goreke komî li hewşa Nexweşxaneya Firatê dîtin. Ew gora komî li başûrê hewşa nexweşxaneyê hatiye dîtin.

Li gorî kadroyên pizîşkî yên Nexweşxaneya Firat a li Minbicê zêdetirî 100 termên sivîlên welatiyên Minbicê û çend çekdarên DAIŞê di nava wê gora komî de ne.

Bi gotina kadroyên pizîşkî, ew termên di gora komî de hatine dîtin, di her du mehên Hezîran û Tebaxê yên sala 2016ê de hatine kuştin.

Minbic bajarekî Sûriyê ye ku li bakurê rojhilatê bajarê Helebê dikeve.

Minbic pêştir di destê çekdarên DAIŞê de bû, lê belê par di encama operasyoneke hevbeş a Hêzên Sûriya Demokratîk û hevpeymanan bi serpireştiya Amerîkayê hat rizgarkirin.

Minbic niha ji aliyê Encumena Sivîl a Minbicê ve tê birêvebirin û hêzên bi navê Encumena Leşkeriya Minbicê parastina wê dikin.

Rudaw
Top