• Sunday, 22 February 2026
logo

AŞKERE BÛ – “Barzanî û Talebanî projeya terorê ya Malikî red kirin”

Gulan Media January 30, 2017 Nûçe
AŞKERE BÛ – “Barzanî û Talebanî projeya terorê ya Malikî red kirin”
Cîgirê berê yê Serokomarê Iraqê Tariq Haşimî aşkere dike, ku Nûrî Malikî lîstek ji navê efser û firokevanên iraqî yên serdema rejîma Beisê biribû cem Mesûd Barzanî û Celal Talebanî, da ku alîkariya wî bikin û wan efser û firokevanan teror bikin, lê belê Barzanî û Talebanî daxwaza Malikî red kirin.

Cîgirê berê yê Serokomarê Iraqê û Sekreterê berê yê Partiya Îslamiya Iraqê Tariq Haşimî di hevpeyvînekê de ligel televizyona Alarabiya, hin zanyariyên nû li ser serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî û qonaxa pitî herrifîna rejîma Beis a bi serokatiya Sedam Hisên aşkere kir.

Tariq Haşimî ragihand, sala 2003 Nûrî Malikî ku wê demê serkirdeyê Partiya Deiwe ya Îslamî bû, lîstek ji navê efser û firokevanên Artêşa Iraqê amade kiribû û ew lîst biribû cem Mesûd Barzanî û Celal Talebanî, da ku hevkariya wî bikin û wan efser û firokevanan teror bikin.

Haşimî di hevpeyvîna ligel Alarabiya de wiha behsa bûyerê kir:

“Malikî ew lîst bire cem Barzanî û Talebanî û daxwaza alîkariyê ji wan kir, da ku wan bikuje, çimku Partiya Deiwe biryara xwe dabû ku divê efser û firokevanên iraqî yên serdema Sedam Hisên werin jinavbirin. Lê belê her du serkirdeyan, ew daxwaza Malikî red kirin û ji waî re ragihandin, wan rûpeleke nû vedane û tolê hilnadin, xwedê tawanên wan kesan efû bike, ku çûn.”

Li ser heman mijarê, Tariq Haşimî berdewamî bi axavtina xwe da û got: “Barzanî û Talebanî bi vî şêweyî bersiva Malikî dan, ku wan fermana lêbihorîna giştî bo hemû wan Kurdan derxistiye ku hevkariya rejîma Beis kirine. Niha çawan dê werin û beşdarî di kuştina wan efseran de bikin, her ji ber wê jî Malikî jî piştî ku bê hêvî dibe, ji Barzanî û Talebanî re gotiye, wan weke partiya Deiwe biryara xwe dane û dê cîbicî jî bikin.”

Haşimî herwiha Malikî bi wê yekê tohmetbar kir, ku zanyarî derbarê efser û firokevanên iraqî de daye Îranê da ku wan bikuje. Di heman demê de zanyarî daye dezgeha îstixbarata Israîlê (MOSAD), da ku zanayên atomî yên Iraqê bikuje.

Tariq Haşimî kî ye?

Di sala 1942an de li bajarê Bexdayê di nav malbateke naskirî yê Iraqê de ji dayik bûye.

Ji malbata wî, çendîn kesan di piraniya hikûmetên Iraqê de postên pilebilind wergirtine.

Di temenê cuwaniyê de bûye endamê Îxwan Muslimîn li Iraqê.

Sala 2004ê bûye endamê Şûra (Encumena) Partiya Îslamî û paşê bûye Sekreterê Giştî yê Partiya Îslamî.

Sala 2006 li ser pişka erebên sunnî bûye Cîgirê Serokomarê Iraqê heta sala 2013ê, ku wê demê dest ji posta xwe berda.

Sala 2009ê Haşimî ji Partiya Îslamî cuda bû û di hilbijartinên 2010an de bi lîsteke serbixwe bi navê Lîsteya Tecdîd beşdarî di hilbijartinan de kir.

Di dawiya sala 2011an de, û di hikûmeta Nûrî Malikî de, bi tohmeta kuştinê û çêkirina bandên terorkirina kesatî û welatiyên iraqî, biryara desteserkirinê bo Tariq Haşimî derket. Paşê Haşimî berê xwe da Herêma Kurdistanê û piştre Kurdistan bi cih hişt û çû welatê Qeterê.

Piştî demekê, dadgehê biryara sêdaredanê derheqê Tariq Haşimî de da. Haşimî jî her ji Yekem roj ve, tohmetên li dijî xwe, bi tohmetên siyasî bi nav kir û Îran û Nûrî Malikî bi wê yekê tohmetbar kirin, ku xelkên sunnî yên Iraqê dikin armanca êrişên xwe.

Rudaw
Top