• Sunday, 22 February 2026
logo

‘Wezîrê Şerî’ yê DAIŞê li Amerîkayê perwerdeya antî-terorê dîtiye

Gulan Media January 30, 2017 Nûçe
‘Wezîrê Şerî’ yê DAIŞê li Amerîkayê perwerdeya antî-terorê dîtiye
Wezîrê Şerî yê DAIŞê Gulmurad Xalîmov li Amerîkayê perwerdeya antî terorê dîtiye.

Gulmurad Xalîmov ku bi xwe xelkê Tacîkistanê ye niha li rojavayê Mûsilê di nava refên çekdarên rêxistina DAIŞê de ye.

Artêşa Iraqê xwe amade dike ku operasyonê bibe ser rojavayê Mûsilê û rêxistina DAIŞê jî li rojavayê Mûsilê amadekariya şerê man û nemanê dike.

Li gor zanyariyên Rûdawê ji saloxiya Iraqê standine, firokeyên şerî yên hevpeymaniya li dijî DAŞê, Gulmurad Xalîmov 3 caran kirine hedefa xwe, lê ew her car ji kuştinê felitî ye.

Saloxiya iraqî diyar kir ku Xalîmov gelek biaqil e lewma ew hercar ji kuştinê xilas dibe û gelek taktîkan bikar tîne û her dem cihê xwe diguhere.

Rayedarekî saloxiyê ku nexwest navê xwe eşkere bike wiha got: “Em pê hesîn ku Gulmurad Xalîmov di serî de li rojhilatê Mûsilê ye lê di demekê kurt derbasî aliyê rojhilatê bajêr bûye. Derket holê ku firokeyên şerî beriya ku li pîra li ser Çemê Dîcleyê bide cihê xwe guhertiye.”

Ji aliyê din ve Amerîkayê ragihandiye, kesê ku Gulmurad Xalîmov ê 41 salî bikuje yan jî bigire dê 3 milyon dolar weke xelat bide wî.

Piştî ku Wezîrê Şerî yê DAIŞê yê berê Ebû Omer Şişanî di encama êrişên ezmanî de hat kuştin, Gulmurad Xalîmov cihê wî girt.

Ebû Omer Şişanî di wesyetnameya xwe de ji bo Ebubekîr Bexdadî wiha gotibû: “Ez hêvî ji te dikim tu bixwe bi mihaciran ve eleqeder bibî û bi taybetî yên Qefqasyayê ji bîr nekî.”

Kesên ku ji derveyê Iraq û Sûriyê tevlî rêxistina DAIŞê bibin ji wan re “mihacir” tê gotin. Tê zanîn ku Gulmurad Xalîmov li Tacîkîstinê di nav polîsan de payedar bû û fermandeyê tîmeke taybet bû. Di nav DAIŞê de herî zêde çekdarên tacîkîstanî û çeçenî hene.

Li gorî agahiyan ji ber şer û pevçûnên Mûsilê hevdîtinên di navbera Gulmurad Xalîmov û Ebubekîr Bexdadî de kêm bûne.

Heman rayedarê saloxî anî ziman, emirê DAIŞê yê bi kod navê “Ebû Muslim” tê nasîn nameyên Xalîmov û Bexdadî dibe û tîne.

Hat gotin ku Gulmurad Xalîmov herî dawî li herêma Mizgefta Mezin a Mûsilê hatiye dîtin. Ebubekîr Bexdadî li heman mizgeftê “xelifetiya” xwe ragihandibû.

Piştî ku rojhilata Mûsilê bi temamî hat kontrolkirin Fermandeyê Antî Terora Iraqî Talîb Şihatî destnîşan kiribû ku di encama operasyonan de 3 hezar û 500 çekdarên DAIŞê li herêmê hatine kuştin.

Rudaw
Top