• Sunday, 22 February 2026
logo

Nivîskarê rojhilatî li Bakur bi tometa endamtiya PKKê hatiye girtin

Gulan Media January 30, 2017 Nûçe
Nivîskarê rojhilatî li Bakur bi tometa endamtiya PKKê hatiye girtin
Nivîskarê ji Kirmanşanê Jiyar Cîhanferd û hevalê wî yê xwendekar Hesen Baledeh bi tometa hevkariya PKKê, ji aliyê Dadgeha Mêrdînê ve hatine girtin.

Jiyar Cîhanferd û Hesen Baledeh du xortên Rojhilatê Kurdistanê ku ji bajarê Kirmanşahê ne di 3 yê vî mehê de li bajarê Mêrdînê ji aliyê hêzên asyişa Mêrdîne ve hatibûn girtin, tewan li ser wan ew e, ku ew endamên PKKê ne û ji bo ku agahîyên îstixbaratê ji PKKê re kom bikin hatine peywîrkirin. Lê ev yek ji aliyê rewşenbîrên Bakurê Kurdistanê û kesên ku wan nas dikin ve nayê qebûl kirin.

Li gor kesên ku wan nas dikin, ew du kesên nivîskar in û ji bo xebatên rewşenbîriyê hatine Bakurê Kurdistanê.

Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Şêxmûs Sefer ew niha di nav hewldanan de ye ji bo ku bide kifşkirin, her du xortên Rojilatî, Jiyar Cîhanferd û Hesen Baledeh bêsûc in, Jiyar û Hesenê Kirmanşahî ku li bajarê Mêrdînê bi tewana endamtî û saloxgertiya PKKê hatibûn girtin.

Serokê PENAKURDê yê berê dibêje ku Jiyar endamê me bû û wî tenê karê rewşenbiriyê dikir.

Nivîskar Şêxmûs Sefer ji Rûdawê re wiha got: “Ev kesana tenê ji bo ku Kurd in û xebatên Kurdî bikin hatine vê derê, yek ji wan ji xwe endamê komeleya me ye, tu sebebek tune ku ew werine girtin, em wek PENAKURD vê yekê qebûl nakin.”

Fexriya Adsay jî yek ji wan e ku her du xortên Rojhilatî naskiriye, ew jî dibêje ku wan dixwest weşanxaneyek bibinin ji ber ku xebatên wan ên Kelhorî hebûn da ku li Bakûrê Kurdistanê bidine çapkirin.

Edîtora Kovara Zarema Fexriya Adsay jî got: “Hatine vê derê pirtûkek di deste wan de hebû, alîkarî ji min xwestin da ku ez ji wan re weşangerek peyda bikim. Dîyaloga min bi weşanxaneya Lîsê re hebû û min wana bire wê derê, dîyalogên me hemû li ser filklor, ziman û çand bû.”

Tê iddiakirin ku her du xortên Rojhilatî li Mêrdînê wêneyên şûnwarên qedîm girtine, polêsan wan desgirkîr, parêzerê her du xortan Nejat Çiray amaje dike ku muwekîlên wî bi tu awayî li ser navê tu rêxistinê xebat nedikirin û niha neheqiyeke zêde li wan dibe.

Parêzerê xortên Rojhilatî Nejat Çirayjî wiha axivî: “Li vê derê bi kê re danûstendinê kirine diyar e, bi tevahî nivîskar in, weşanger in, rewşenbîr in. Bi dîtina min ewê ji vê dozê beraat bikin; lê ji ber ku niha rewşa awarte heye ew girtî tê darizandin.”

Jiyar û Hesenê Kirmanşahî di 26ê meha Kanûna 2016an de hatine Mêrdînê. Hesen serî li zankoya Artuklû beşa Kurdolojîyê da û tê de bi cîh bû, ew ji bo pirtûka Jiyar li weşanxaneyek digeriyana, wek geştyar çend sûretên Mêrdînê kişandin û ji aliyê polêsên asayişe ve hatine binçavkirin. 22 roj binçavkirî man, dozgerîya Mêrdînê bi idiayê ku ew li ser navê PKKê agahiyan kom dikin û rê li ber çalakiyên PKKê vedikin girtin, niha di girtîgeha Mêrdînê de girtine.

Rudaw
Top