• Sunday, 22 February 2026
logo

Zêbarî: Pêwîstiya Pêşmerge bi PKKê nîne - Şerekî xwînbar di rê de ye

Gulan Media January 30, 2017 Nûçe
Zêbarî: Pêwîstiya Pêşmerge bi PKKê nîne - Şerekî xwînbar di rê de ye
Serfermandarê Artêşa Iraqê yê berê Babekir Zêbarî ragihand, şerê aliyê rast (rojava) yê bajarê Mûsilê dê gelek zehmettir û xwînbar be. Babekir Zêbarî herwiha destnîşan kir, ji bo kontrolkirina deverên Şingalê yên di destê DAIŞê de, ti pêwîstiya Hêza Pêşmerge bi PKKê nîne, lê eger pêwîst be dê hemahengiyê pê re bike.

Babekir Zêbarî roja yekşemiyê beşdarî di bultena nûçeyan a televizyona Rûdawê bû û derbarê şerê kontrolkirina Mûsilê û herwiha rizgarkirina hin deverên Şingalî yên di destê DAIŞê de axivî.

Babekir Zêbarî li ser mijara pêkanîna fermandeyiyeke hevbeş di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Hêza Pêşmerge de ji bo kontrolkirina hin deverên Şingalê, ji Rûdawê re got: “Eger Pêşmerge pêwîstî bi hêzê hebe, tekez dê hemahengiyê li gel wê hêzê bike, ya ku li Şingalê heye.”

Zêbarî got: “Lê belê ew hêza ku niha Pêşmerge li Şingalê heye, şiyana wê heye ku bi hêsanî wan deverên mayî yên di destê DAIŞê de rizgar bike. Her weke ku berî destpêkirina azadkirina rexê çepê yê Mûsilê, Pêşmerge karî çeperên DAIŞê têk bibe û paşê Artêşa Iraqê ber bi pêş ve biçe, her ji ber wê jî ji bo kontrolkirina wan cihan, Pêşmerge pêwîstî bi PKKê nabe.”

Derbarê rêjeya axa Şingalê de ku hêj di estê DAIŞê de maye, Babekir Zêbarî da xuyakirin: “Ew dever ên kurdên êzidî ne û nêzkî %40ê wê maye, ya din jî hemû hatiye rizgarkirin.”

Serfermandarê Artêşa Iraqê yê berê amaje bi operasyona girtina Mûsilê kir û bi raberî hev kirina şerê li aliyê çepê Mûsilê li gel aliyê rastê vî bajêrî diyar kir, ku “şerê li aliyê rastê Mûsilê dê gelek zehmettir” be.

Babekir Zêbarî herwiha got, ligel wê çendê hin pêşhatên nû hene, weke wê çendê ku DAIŞê gelek ji çen, xwekuj û otomobîlên xwe yên bombekirî di şerê li aliyê çepê yê Mûsilê ji dest dane.

Zêbarî tekez kir, pêwîst e hemû cure pêşbîniyek bo şerê aliyê rastê Mûsilê were kirin, ji ber ku piraniya çekdarên DAIŞê ku li aliyê rastê bajêr mane, xwekuj in.

Bi gotina Zêbarî, herwiha “cade, kolan û taxên aliyê rastê yê Mûsilê teng in û renge şerekî xwînbar li wê derê biqewime”.

rudaw
Top