• Sunday, 22 February 2026
logo

Civata wezîrên herêmê û desteya destpakîyê komdibin

Gulan Media January 30, 2017 Nûçe
Civata wezîrên herêmê û desteya destpakîyê komdibin
Lijneya berhingarbûna gendelîyê li herêma Kurdistanê îro digel civata wezîran kom dibe û wesa biryare nexşerêya rûbrû bûna gendelîyê pesend bike.

Ferset Sofî endamê lijna çaksazîyan bo War ragîhandîye: ew lijneya bo çaksazîyan hatîye pêkînan, îro digel cîgirê serokê hikûmeta herêmê kom dibe, bi armanca gotubêj kirina pirsên dûvçûna gendel û gendelkaran, herwesa sizadana wan, digel mekanizma karê lijnê li qonaxa bê.

Ji alîyê xwe ve Hakim Enwer Ehmed, serokê desteya destpakîya herêma Kurdistanê ragîhand; li heftîya bê, dî raporta sala duhezar şazdê berhev be û got: rojane zanyarîyên nû li ser keysên gendelîyê digêje wan û kar jî li ser tê kirin.

Badeka weberhênanê şeş badekên din vekirine mîna dahatîyê giştî, mulkê giştî, neft û gaz, derman, zevî û heykelê hikûmetê.

War.tv
Top