Li Kanadayê êrîşî mizgeftekê kirin; herî kêm 5 kes mirin
Li paytexta wîlayeta Quebecê, Quebec Cityê di dema nimêja esrê de 3 çekdarên nenas bi çek êrîş birin ser Navenda Çandî ya Îslamîya Quebec Cityê.
Li gorî şahidên bûyerê di mizgeftê de herî kêm 40 kes hebûne û li ser nimêjê bûne.
Hate gotin, ku di encama êrîşê de herî kêm 5 kes hatine kuştin. Tê gumankirin hejmara miriyan zêdetir be.
Piştî bûyerê hejmareke zêde yê ambûlansan gihiştin Navenda Çandî ya Îslamîya Quebec Cityê.
Polîsên Kanadayê daxuyandin, ku derbarê bûyerê de 2 kes hatine binçavkirin.
Rudaw
