• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Babê leşkerekî Tirk hate kuştin

Gulan Media January 30, 2017 Nûçe
Li Babê leşkerekî Tirk hate kuştin
Li bajarokê Babê yê Sûriyê leşkerekî pispor ê Artêşa Tirkiyê hat kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Li bajarê Babê yê Sûriyê çekdarên DAIŞ'ê êrişî leşkerên artêşa Tirkiyê kirin. Di encama şer û pevçûnan de leşkerekî pispor ê Artêşa Tirkiyeyê hat kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Leşkerên birîndar birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên Dîlok û Kilîsê. Di heman demê de termê leşkerê pispor jî bo otobsiyê bi helîkopterê gihand Dîlokê û wê ji bo Îzmîrê bê şandin.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di 24 Tebaxa borî de dest bi operasyona Mertala Feratê li nava xaka Sûriyê de kirin. Heta niha bêhtir ji 46 leşkerên Tirk di wê operasyonê de canê xwe jidest dane.

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Fikrî Işik gotibû, belko gotineka mezin e, lê ew dikarin bibêjin DAIŞ ji Babê vedikişe. Ew liv û tevgera DAIŞê ya li Babê ji nêzik ve dişopînin.

K24
Top