• Sunday, 22 February 2026
logo

Fermandeyê Pêşmerge: Bersiva me dê tund be

Gulan Media January 29, 2017 Nûçe
Fermandeyê Pêşmerge: Bersiva me dê tund be
Fermandeyê Lîwa 8emîn a Hêzên Pêşmerge Eladîn Resûl got, heger êrişên Heşda Şeibî dubare bibin ew dê bersiveke tund bidin.

Roja 26ê Çileyê jî komekê Heşda Şeibî li nav sînorên Şingalê çeperên pêşmerge da ber topan.

Berpirsê Ragihandin û Hişyariya Niştimanî ya Wezareta Pêşmegre, Helgurd Hikmet ji Rûdawê re gotibû: “Em li benda helwesta fermî ya Heşda Şeibî ne. Ev ne cara yekemîn e ku bûyerên wisa rû didin.”

Helgurd Hikmet destnîşan kiribû, Wezareta Pêşmerge vê bûyerê weke helwesta fermî ya Heşda Şeibî nabîne, çend komên di nav vê hêzê de vê yekê dikin lê bi giştî Heşda Şeibî ji wê yekê berpirsyar e.

Fermandeyê Pêşmerge yê bi navê Haşim Siteyî diyar kur ku ew di amade başiyê de ne demildest bersiva her êrişa çekdarên Heşda Şeibî bidin û got wan ferman standiye bersivê bidin.

Haşim Siteyî amaje kir ku şaşî 2-3 caran dubare nabin û ew wê hêcetê qebûl nakin û wiha got: “Heger carekê din êriş dubare bibe em dê efû nekin û bersiveke tund bidin.”

Milîsên şîe yên Heşda Şeibî di 26ê Çileyê de li navçeya Şingalê bi topan êrişî Hêzên Pêşmerge kirin, çeper û navendên Pêşmerge topbaran kirin.

Rudaw
Top