• Sunday, 22 February 2026
logo

Danustandên Astanayê li mala kurdekî hatine kirin

Gulan Media January 29, 2017 Nûçe
Danustandên Astanayê li mala kurdekî hatine kirin
Danûstandinên Astanayê yên bi armanca gihiştina agirbesta seranserî ya Sûriyê hate kirin, bi guvaşa Rûsyayê ya li ser hikûmetê, guvaşa Tirkiyê ya li ser dijbereyê, bê daxwaza Îranê û tenê bi nav amadebûna Amerîkayê bû. Tevahiya vê pêvajoyê jî nimayîşekî pêşwext û amadekirî bû û encamên wî pêşkeşî raya giştî ya cîhanê hate kirin. Dibe ev nimayîş bibe destpêkek ji bo cîbicîkirina senaryoyekî qonaxa veguhêz li Sûriyê.

Civînan nêzîkî 30 demjimêran ajot

Civînên Astanayê di nav keşekî pir sar û berfê de hatine kirin. Di vê atmosferê de danûstandin ji bo gihiştina Agirbestekî seranserî bû, ku ev 6 sal bûn şer û xwînê dest ji pêsîra Sûriyê bernedabû. Civînên fermî herî kêm 30 demjimêran ajotin. Nûçeyên herî xweş jî bêdengkirina çekan û bombebaranan, rawestandina xwînê di nav sûriyan de.

Ji lewra jî, beriya ku danûstandinên Astanayê dest pê bikin û şandên aliyan bigihin vî bajarî, 30 roj amadekarî hatibûne kirin.

Di dema danûstandinan de şanda hikûmeta Sûriyê piranî li derveyî civînan ma. Şanda hikûmeta Sûriyê tenê carekê bi fermî ligel Nûnerê Taybetî yê Neteweyên Yekbûyî Stephan De Mîstûra civiya. Lê 4 caran ligel Rûsya û Tirkiyê civînên sê alî pêk anîn.

Serokê şanda Tahranê Husên Ensarî bêyî şanda Sûriyê ne diliviya û bi erebiyekê baş ligel serokê şanda Sûriyê Beşar Ceferî dida û distand. Lê Îran pir kêfxwseş bû ku ew di navbera hikûmeta Sûriyê û dijbereya Sûriyê de ti rêkeftin nehatine îmzekirin. Çimkî ev yek bê kirin ew dê xwe li derveyî bazina berjewendiyên xwe yên di paşeroja Sûriyê de bibîne.





Amerîka tenê bi nav amade bû

Rûsya û Tirkiye bi awayekî ne rasta rast di navbera dijbereya çekdar û reqîbên wan ên Şamî de navbeynkar bûn. Wan herdu alî xistibûne bin guvaşekî mezin, ku ev pêngav ligel berjewendiyên wan ên li Sûriyê hemaheng e.

Eger di navbera hikûmet û dijbereya Sûriyê de hinek binpêkirin bên kirin jî ji bo wan ne pirsgirêkek mezin e. ew dixwazin tenê agirbestek bê kirin û ti aliyek nekare êrîşê bike ser cîh û navçeyên di bin destê aliyê din.

Piraniya şanda Tirkiyê ji şêwirmendan pêk dihat û serperştiya tevgerên dijbereyê dikirin. Berovajiyê şanda Rûsyayê endamên şanda Tirkiyê xwe ji medyayê diparastin. Çendîn car me hewl da em ligel wan biaxivin lê ti dîplomatekî nexwest li hember medyayê biaxive û behsa helwesta Enqerê bike.

Bi navê Amerîkayê tenê Balyozê Waşîngtonê yê Kazaxistanê George Krol di destpêka rûniştinên danûstandina de amade bû. Piştî hingî ne Krol, ne şêwirmend û ne jî berpirsekî pile kêmtir ê amerîkî li cihê civînan nehatine dîtin.

Ji bilî vê yekê Îranê jî dixwest Amerîka di danûstandinan de ti rolekî nebîne. Lê bersiva vê pirsê pirseke din e, ku ew jî; ji ber çi Amerîka bi vî awayî beşdarî civînan bû? Bersiva vê pirsê jî tenê ligel Rûsya û Tirkiyê ye?




Kurd ligel medya Sûriyê û Îranê hatibûn

Di roja duyemîn a dema ragihandina encamên civînan de, piştî ku bi navê Rûdawê min pirsek ji serokê şanda hikûmeta Sûriyê kir, rojnamevanekî ji Şamê hatibû bi kurmancî silav da min û got; “Ez kurd im.”

Beriya wî jî ciwanekî temen 35 salî di nav dezgehekî medyaya Îranê de kar dikir, bi soranî diaxivî.

Ji van hemûyan jî giringtir, ew otêla pênc stêrk ya şandên Îran, hikûmeta Sûriyê û piraniya welatên dostên Sûriyê, Nûnerê Taybetî yê Neteweyên Yekbûyî, herwiha piraniya medyakarên cîhanê ji bo hewandin û karkirinê hilbijartibûn, yê bazirganekî kurdê xelkê bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê bû.

Di mala sermayedarekî kurd de pêngav hate avêtin, ku dibe ev yek bibe pêngava yekemîn a rêyeke dûr a çareserkirina krîzan û bidawî anîna şerê Sûriyê. Lê bi giştî kurd û bi taybetî jî kurdên Rojava (TEV-DEM û ENKS) heta niha jî nikarin li ser ax û di nav mala xwe li hev bikin û hevûdin bi navên ne hêja û cuda tometbar nekin.





Advîlê Caferî ji panadolê nermtir e

Beriya salekê li Cenevê, Rûdawê ji serokê şanda hikûmeta Sûriyê Beşar Caferî pirs kiribû ka gelo derbarê daxwaza kurDên Rojava ya federalîzmê de çi difikire? Wê demê rewşa derûnî ya Caferî ne baş bû. Ji ber ku ew û şanda wî 3 roj bûn li Swîsreyê bûn, mûxalefet razî nedibû beşdarî civînan bibe. Şanda dijbereyê daxuyaniyên bi agir didan û şer difirotin.

Ji ber vê yekê pirsa Rûdawê yekser demanê panadolê anî bîra Caferî û got; “Kurdên daxwaza federalîzmê dikin bila hebên serêşê yên Panadol bixwin.”

Piştî ragihandina federalîzmê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevpeymanên wî ve, herwiha guhertina navê Rojavayê Kurdistanê bo Federalîzma Bakûrê Sûriyê, vê care Caferî behsa dermanê “Advîl” kir. Lê vê care helwesta wî nermtir bû. Ji ber ku di dawiyê de got; “Ji bo sîstema siyasî projeya kîjan aliyê Sûriyê hebe, dikarin li ser biaxivin.”

Mirov dikare van gotinên Caferî wiha bixwîn e; ne raste rast jî be şêweyê hizrkirina desthilatdariya Şamê hatiye guhertin.




Ji sedî 5ê De Mîstûra û sipasiya ji bo Rûdawê

Stephan De Mîstûra xwedanê ezmûnekî 40 sal ê siyaset û dîplomasiyê ye, ku ji bo Neteweyên Yekbûyî kar dike. Mirovekî dagirtî, rêzgirtî û centîlmen e. Lewma jî li ser mijara Rojava ji xeletiya xwe venegeriya û lixwe mikûr nehat. Bi tevê vê yekê jî behsa serpêhatiyekî xwe kir.

Ew pirsa Rûdawê bibû sedema spasiya piraniya kurdên Rojavayê Kurdistanê, herwiha sekreter û berpirsên partiyên kurdî, çalakvanên diyar ên kurd bi rêyên cuda peyama spasiyê arasteyê Tora Medyaya Rûdawê kiribûn.

Rûdawê di vê heyamê de li hemû cîhanê bû pira gihandina daxwaz û projeyên kurdan. Herwiha bûyerên herî giring ên cîhanê gihande kurd û Kurdistanê.

Piştî bidawîbûna civîna rojnamevanî yê De Mîstûra, ligel hevkarê min Ferhad Erşedî, ku spasya wî dikim di van rojan de bêyî rawestiyan alîkariyeke mezin da min, me silavek da De Mîstûra. Me bi hevre bi kurtî behsa wê daxuyaniya wî kirk u gotibû “Kurdên Rojava tenê ji sedî 5ê Sûriyê ne”. Herwiha me behsa karekî din jî kir lê heta ew kar neyê kirin em di vir de behsa wî nakin.

Rudaw
Top