• Sunday, 22 February 2026
logo

Îran bi heman şêweyî bersiva Amerîkayê dide

Gulan Media January 29, 2017 Nûçe
Îran bi heman şêweyî bersiva Amerîkayê dide
Hikûmeta Îranê, derbarê biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo nedana vîzayê ji welatyên 7 welatan re ragihand Îran jî dê bi heman awayî bersiva Amerîka bide.

Wezareta Karên Derve ya Îranê derbarê derbarê pêşnûmeya ku çûna welatiyên 7 dewletan bo Amerîkayê sînor dike de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê de wiha hatiye gotin: “Hikûmeta Îranê ji bo parastina gelê Îranê hem li welat û hem jî li derveyê welat, piştî lêkolînkirina biryara Amerîka, dê gavên guncayî di astên siyasî û yasayî de bavêje.”

Herwiha di wê daxûyaniyê de hatiye ragihandin ku Îranê sond xwariye ku tedbîrên weke biryara Amerîka ji bo parastina welatiyên xwe bigire û ew jî weke biryara Amerîka, nehêlin welatiyên Amerîka derbasî Îranê bibin.

Rudaw
Top