• Sunday, 22 February 2026
logo

Konsolxaneya Amerîka: Ragirtina vîzeyê 90 rojan vekêşe

Gulan Media January 29, 2017 Nûçe
Konsolxaneya Amerîka: Ragirtina vîzeyê 90 rojan vekêşe
Konsolxaneya Amerîka li Hewlêr ragehand; li ser biryara serokatîya Amerîka pêdana vîzeyê bo welatîyên heft welatan hat ragirtin.

Di ragîhandinekê da konsolxaneya Amerîka dîyar kir, li roja înê serokatîya Amerîka pêdana vîzeyê ji welatîyên welatên Îraq, Îran, Lîbya, Somal, Sudan, Sûrîyê û Yemenê ragirt, herwesa amaje kirîye ku pêdana vîzeyê ji derketina biryarê hat ragirtin û di not rojên bên da vîze ji bo çi welatîyên wan welatan nayê dan.

Sebaret ew kesên jivanê wergirtina vîzeyê jî heye konsolxaneya Amerîka li Hewlêrê got; ji ber vê biryarê çavpêkevtin nayên kirin.

War.tv
Top