Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir
Li hevdîtinê de pêşveçûnên dawî ya şerê dijî Da'îş li Musil û metirsî û gefên li ber paşaroja parêzgeha Nînowa û qonaxa piştî Da'îş xistin ber behs û guftûgoyan.
Her li vê civînê de di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û peywendiyên dû qoliyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Brîtanya li qonaxa niha û paşarojê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Li beşekî dinê vê civînê de Balyozê Brîtanya li Iraqê stratejî û siyaseta welatê xwe ya di derbarê rewşa navdewletî û guhertinên siyasî ji bo Serok Barzanî xisterû.
Rudaw
