• Sunday, 22 February 2026
logo

Fermandeyekî pêşmerge: Heşda Şebî bi enqest sengerên pêşmerge topbaran kirin

Gulan Media January 28, 2017 Nûçe
Fermandeyekî pêşmerge: Heşda Şebî bi enqest sengerên pêşmerge topbaran kirin
Fermandeyekê hêzên pêşmerge li Şingalê ragehand; Heşda Şebî ya şîe, bi sanebûn sengerên hêzên pêşmerge topbaran kirin û eger ee dûbare bibe, pêşmerge dê bersiveka dijwar hebe.

Haşim Sîteyî, fermandê lîwa heşt ya hêzên pêşmerge li Şingalê di daxuyanîyeka rojnamevanî da ragehand : şevîdin mîlîsên Heşda Şebî, sengerên pêşmerge li Şingalê topbaran kirin û ev jî necara yekê ye, belku ji meha 12 ya sala borî heta niha, ev sêyem care Heşda Şebî sengerên pêşmerge topbaran dike û her hemû caran jî bi enqest ew kare kirîne, ji berku çi terorîstên Daişê di navbera wan nînin û teknolojîya jî geleka pêşketî û ew dikarin bi sanahî pêşmerge bibînin.

Got jî: di topbarana doh da, pêşmerge çi zîyan nebûne, lê pêştir pêşmergeyek bi topbarana Heşda Şebî birîndar bibû, lew wan hoşdarîyên dijwar dane heşdê û her dema topbarana wan dûbare bû, hêzên pêşmerge dê bi dijwarî topbarana Heşdê bikin.

War.tv
Top