Şandekî ENKSê vê serdana Amerîkayê bike
Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve yê ENKSê Kamîran Haco raghand, Wezareta Derve ya Amerîkayê ENKS vexwendiye Waşingtonê û tê çaverêkirin di meha bê de şandeka wan serdana Amerîkayê bike.
Kamîran Haco herwiha got, ew dê ligel berpirsên Amerîkayê li ser helwesta îdareya nû ya Waşingtonê ya derbarê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de biaxivin.
Haco da zanîn, ku mijara pêşmergeyên başûrê rojavayê Kurdistanê dê rojeveke sereke ya civînên wan a ligel berpirsên amerîkî be.
Ev yek di demekê de ye, ku Serokê ENKSê Îbrahîm Biro li Astanaya paytexta Kazaxistanê beşdarê danûstaninên navbera dijberê û hikûmeta Sûriyê bibû.
