Partiyên kurd: Di Destûra Bingehîn de gelê kurd tune ye
Nîqaşên derbarê guherandina 18 xalên Destûra Bingehîn a Tirkiyê ya ku pergala serokatiyê tîne didomin. Referanduma ku di bin qedexeyên Rewşa Awarte de dê lidar bikeve li bajarên kurdan cûda tê nirxandin. Partiyên herî xurt HDP û DBPê di derbarê referanduma serokatiyê de helwesta xwe ji serî de nîşan da. Heçiqas ku ev yek li rojhilatê Tirkiyê tê nîqaşkirin jî li bajarê kurdan rewş cuda ye. Qedexeyên derketinên kolanan, şer û pevçun, hilweşîna bajar û navçeyan û Rewşa Awarte rojeva kurdan cuda dike. Ev yek di nava gel de jî xwe nîşandide û şîroveya herî zêde wisa tê kirin: "Pêwistî ya me ne serokatî ye aşitî ye".
Her wiha derbarê referandûmê de nêrina ku zêde derdikeve pêş "Na" ye. Kesen ku bawerîya wan êdi bi hilbijartinan nayên jî hene û ew dibêjin, "Em naçin ser sendoqan û em ê referandûmê boykot bikin".
Partiyên kurd weke Partiya Dad û Azadiyan (HAK-PAR), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Bakur jî di nava nîqaşan dene û li bendene ku di rojên pêşde helwestên xwe aşkere bikin. Serokên giştî yên van her sê partiya derbarê mijarê de nêrînên xwe ji Sputnik Kurdistanê re anîn ziman.
Serokê Giştî yê HAK-PARê Refik Karakoç derbarê guhertina Destûra Bingehîn de got: "Gelê kurd di navde tuneye" û wiha berdewam kir: "Ji bo çareserîya pirsgirêka Komara Tirkiyê di serî de makezagonek nû pêwiste. Ji serî heta dawî divê bê guhertin û di nav wê makezagona nû de divê hemê mafê gele kurd cîh bigre û were parastin. Heger mafê gelê kurd tê de ne be me eleqedar nake. Dîsa etnisîteyên ku li Tirkiyê hene mafe wan jî hene em dibêjin mafê teva cudabûhiyan tê de hebe. Bi salane Tirkîye li ber derîyê Yekîtiya Ewrupayê (YE) ye. Bi sedema ku demokrasiya Tirkiye kême nakeve nava YEyê. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe ne mumkune ku Tirkiye bibe endamê YEyê. Lê yek daxwazên me jî div ê guhertinê de cîh ne girt. 18 xal hat guhertin. Tenê ji bo serokatiyê ye. Em gelê kurd tê de tunenin û daxwazên me jî tê de tune. Ji bo Tirkiyê pergala serokatiyê ewqas girîng nîne. Ev guhertin ne li gorî daxwazê me ne. Ji bo demokrasiya Tirkiye tiştek nû nayne. Em rast nabînin. Di nava vê meha pêşiya me de em ê civîna xwe çêkin û em ê helwesta xwe nîşan bidin."
Serokê PDK Bakurê Sertaç Bucak jî guhertina Destûra Bingehîn wiha şîrove kir: "Hinek xalên makeqanunê gele kurd nasnake. Ev guhertin tenê ji bo pergala serokatîyê ye. Di serî de AKP jî li dijî xala Destûrê ya ku digot "Ticar minaqeşe li ser nayê çêkirin" bû, lê ji bo xatirê serokatiyê ew tişt hate qebul kirin. Ez weke kurd, ez tiştekî wisa nikarim qebul bikim. Yanî ewqas tişt guhertin, hemû ji bo mijara serokatîyê bû. Tirkiye hîn demokrasî hezim nekirîye. Mijar ne kesin, mijar pergale. Heger welatekî Ewrupayî be temam, lê li Rojhilata Navîn pergala bêdemokrasiyê heye û derbasbuyîna pergalek bêdemokrasî û heman diktatorî mumkin e. Li wî welatî demokrasî pêşve ne çûye û gelek kêmasiya wê heye. Ji bo vê yekê kurd di nava tiştek wisa de nînin. Ezê çawa bibêjim 'erê' an 'na'? Emê civîna meclîsa partiya xwe çêbikin û dawîn de emê biryara xwe bidin."
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik jî nêrinên xwe wiha anî ziman: "Ev referandum di kîja atmosferê de dê were lidarxistin? Di rewşek wiha de ye ku destûra heyî jî di Rewşa Awarte hatîye binpêkirin û hatiye tûne hesibandin. Gava ku destûra heyî jî di fiiliyatê de tûne hatiye hesibandin, ev gengeşiya niha berdewam in, zêde wateyek xwe jî namîne. Her wiha di vî şertên ku şer û pevçûn, kuştin u wêranişa heye, ka ev guhertin û ev gengeşî dê çi bîne? Bi rastî ev gengeşi ne ji derdê kurda re û ne ji derde tirka re çareye. Ya baş ew e ku destûrek nû were danîn. Destûrek ku hebûna miletê kurd qebûl bike û li ser qebûlkirina du milet û du welat şirikatiyek federali ya Kurdistan û Tirkiye be. Em weke PAKê li ve tabloyê dinêrin û di nava partiya xwede em vê yekê niqaş dikin u nerinên endam û aligirên xwe digrin. Em dixwazin partiyên Kurdistanî helwestek hevbeş û xurt derxin holê. Di temama qanunên Tirkiyê de kurd tune ne. Niha jî tune."
Partîya Huda-Par a ku nêzîkî Hizbullahê tê zanîn jî weke AKPê difikire. Di rojên borî de Serokê Giştî yê Huda-Parê Yapicioglu daxuyani da û got ku dibe ew di referandumê de bibêjin ‘erê', lê hinek endîşeyên wan hene. Yapicioglu di berdewamiya daxuyanîya xwe de got: "Em nîqaşên li ser vê mijarê di navbera xwe de didomînin. Gava ku em bibînin li gorî berjewendiyê welêt e, em ê bibêjin ‘erê'."
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin heke Huda-Par û AKP di hin mijaran de lihev bikin dê Huda-Par jî bibêje "Ere". Lê dibe ku Huda-Par vê biryarê bi awayekî fermî nestîne û aşkere neke û bibêje ku "Em dengdarên xwe serbest berdidin û biryar ya wane." Li gorî şîroveyên tên kirin ev biryar jî wê di nava endam û alîgirên Huda-Parê de weke 'erê' bê qebûlkirin.
Li bajarê kurdan di pêvajoya Rewşa Awarte de gelek sazî û dezge hatin girtin. Her wiha ev yek ji aliyê gelek kesan ve hate rexne kirin û gelek sazî jî ji pêşeroja xwe gumandarin. Her çiqas neyê ziman jî sazî û dezgeyên bajarê kurdan zêdetir li dijî pergala serokatiyê ne. Serokê Şaxa İHDê ya Amedê Raci Bilici anî ziman ku ev daxwaza guhertina xalên qanûna bingehîn li dijî daxwaza civakê ye û li dijî daxwaza civakê diçe referandumê. Bîlîcî, bilêv kir ku ev guhertin, xizmeta demokratîkbûna Tirkiye nake û wiha got:
"Ji Tîrmeha 2015an û heta niha em her roj di nava şer de ne. Her roj mafên mirovan tên binpêkirin. Salên 1990an dubare dibin. Ev polîtîkayên yekperest encamê nastînin. Divê bi lezgîn OHALê bi dawî bikin û ji nûve li muzakereyan vegerin."
Sputnik
