Nûnerê kurdên şebek: Bila li Deşta Mûsilê parêzgehek bo êzîdî, şebek û mesîhiyan bê damezirandin
Parlamenterê şebek û endamê Lêjneya Koçberan li parlamentoya Iraqê Salim Şebek di civîneke rojnamevanî de gotiye, kurdên şebek û kurdên êzîdî û mesîhiyên Deşta Mûsilê daxwaza pêkanîna parêzgeha xwe dikin, ew jî daxwazeka qanûnî ye.
Salim Şebek daxwaz ji hikûmetên Kurdistan û Iraq û saziyên navdewletî jî kiriye, piştgiriya wê daxwazê bikin.
Kurdên êzîdî û şebek her wiha mesîhî û turkmenên Deşta Mûsilê, piştî ku warê wan ji aliyê Pêşmerge ve hat rizgarkirin, daxwaz kirin girêdayî Herêma Kurdistanê bin.
Basnews
