• Sunday, 22 February 2026
logo

Nûnerê kurdên şebek: Bila li Deşta Mûsilê parêzgehek bo êzîdî, şebek û mesîhiyan bê damezirandin

Gulan Media January 27, 2017 Nûçe
Nûnerê kurdên şebek: Bila li Deşta Mûsilê parêzgehek bo êzîdî, şebek û mesîhiyan bê damezirandin
Parlamenterekî kurdê şebek li parlamentoya Iraqê daxwaza damezirandina parêzgeheka taybet bo kurdên şebek û êzîdî û mesîhiyan li Deşta Mûsilê dike.

Parlamenterê şebek û endamê Lêjneya Koçberan li parlamentoya Iraqê Salim Şebek di civîneke rojnamevanî de gotiye, kurdên şebek û kurdên êzîdî û mesîhiyên Deşta Mûsilê daxwaza pêkanîna parêzgeha xwe dikin, ew jî daxwazeka qanûnî ye.

Salim Şebek daxwaz ji hikûmetên Kurdistan û Iraq û saziyên navdewletî jî kiriye, piştgiriya wê daxwazê bikin.

Kurdên êzîdî û şebek her wiha mesîhî û turkmenên Deşta Mûsilê, piştî ku warê wan ji aliyê Pêşmerge ve hat rizgarkirin, daxwaz kirin girêdayî Herêma Kurdistanê bin.

Basnews
Top