• Sunday, 22 February 2026
logo

Fermandeyekî Pêşmerge: Eger Pêşmerge nebûya artêşa Iraqê nikarîbû derbasî nav Mûsilê bibe

Gulan Media January 27, 2017 Nûçe
Fermandeyekî Pêşmerge: Eger Pêşmerge nebûya artêşa Iraqê nikarîbû derbasî nav Mûsilê bibe
Fermandeyekî Pêşmerge dibêje, eger Pêşmerge nebûya hêzên Iraqî nikarîbûn derbasî nav Mûsilê bibin.

Fermandeyê Pêşmerge û berpirsê eniya Guwêrê, Cemal Mortke ji BasNewsê re got, eger Pêşmerge nebûya artêşa Iraqê nikarîbû derbasî nav bajarê Mûsilê bibe.

Cemal Mortke her wiha got, Pêşmerge di qonaxa yekem a şerê Mûsilê de pişta DAIŞê şikand û paşê artêşa Iraqê karî derbasî nav bajêr bibe.

Wî fermandeyê Pêşmerge da xuyakirin ku azadkirina Mûsilê bûye sebeba hevrikiyek tund di navbera aliyên Iraqî de û got, li beşekî bajêr de DAIŞê hatiye şikandin ev jî rêya wê yekê vedike ku DAIŞ bi yekcarî li Iraqê nemîne.

Basnews
Top