• Sunday, 22 February 2026
logo

Kesên çûne Îranê nenunerên Êzidiyanin

Gulan Media January 27, 2017 Nûçe
Kesên çûne Îranê nenunerên Êzidiyanin
Serokê encumena Şingalê Weysî Nayîf li ser serdana şandeka êzîdî bo Îranê axivî û got, em qebûl nakin ji derveyî îradeya encumena Şingalê û rêveberiya bajêr ti şand û kesek bi navê êzîdiyan serdana welatên biyanî bike. Jixwe ew şanda ku çûye Îranê jî nûnertiya êzîdîyan nake.
Li gorî serokê encumena Şingalê, ew êzîdîyên ku tevlî Heşda Şebî û Hêza Parastina Şingalê (girêdayî PKKê) bûne, nûnertiya êzîdîyan nakin.
Weysî Nayîf gazî Îranê kir ku piştevaniya hêzên ne qanûnî û ne fermî li Şingalê neke û got, dema DAIŞê êrişî Şingalê kir Îran li ku bû? Çima nehatin alîkariya xelkê Şingalê bikin? Xelkê Şingalê zêdetirî salekê bê nan û av bû, wê çaxê Îran li ku bû?
Top