Hejmarek koçberên Tilkêfê vegeriyan ser malên xwe
Serokê civata qeza Tilkêfê Ebdulselam Şeban ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li gel vegera koçberan em kar dikin projeya av û kareba ango elektrîkê li deverê bicîh bînin bi fermî me daxwaz kiriye rêxistinên alîkariyê yên welata bikin, ew kesên ku zivirîne ser mal û milkên xwe alîkarî ji wan re bê kirin û roj bi roj xelk dê bizivre Tilkêfê ser malên xwe, terorîstên DAIŞê xaniyên wan hemwelatiyan hemûyan talan û wêran kirine. Em kar dikin peyvendiyên jiyanî dabîn bikin bo zivirandina hemû hemwelatiyan.’’
Herwaha got: ‘’Hîn koçberên Telsiqofê ser Tilkêfê ve ne zivirîne ser mal û milkên xwe. Em naha kar ji bo wan jî dikin tiştên nav malê û xizmetkariyê dabîn bikin, ji ber ew jî dê bizivrin deverê.’’
Basnews
