• Sunday, 22 February 2026
logo

Rêdûr Xelîl: Helwesta Elûş nîşaneya kîna li hemberî gelê Kurd e

Gulan Media January 27, 2017 Nûçe
Rêdûr Xelîl: Helwesta Elûş nîşaneya kîna li hemberî gelê Kurd e
Berdevkê Fermî yê YPGê Rêdûr Xelîl diyar kir ku helwesta Serokê Şandeya Dijber ê li Astanayê Mihemed Elûş derberê xistina navê YPGê ji lîsteya terorê, nîşaneya kîna wî ya li hember gelê Kurd e.
Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl ji ber têkildarî hewldanên Serokê Şandeya Dijberan a Astanayê Mihemed Elûş a derbarê xistina navê YPGê ji lîsteya terorê, daxuyaniyek weşand.
Rêdûr Xelîl di daxuyaniya xwe de dibêje: "Serokê Şandeya Dijberan ê ku beşdarî civîna Astanayê bû Mihemed Elûş kîna xwe ya li hember gelê kurd û Yekîneyên Parastina Gel, herwiha destkeftiyên ku li Bakurê Sûriyê hatine qezenckirin, veneşart û nîşan da. Bi vexwendineke ji istixbarata Tirkiyê, hewl dide ku hêzên me wekî rêxistina DIŞIê ya terorîst bixe lîsteya terorê de."
Xelîl di dewama daxuyaniyê de bertek da Elûş û alîgirên wî û got beriya DIŞI derkeve, Elûş û kesên ku li derdora wî kom bûne, di sala 2012an de bi alîkariya Cephet El-Nusra êrişî bajarê Serêkaniyê kirine û ala herêma Kurdistanê li pêşberî her kesî binpê kirine. Herwiha çend salan li pey hev Efrîn xistin dorpêçê û li aliyekî din jî taxa Şêxmeqsûd topbaran kirin û êrişî gelên li wir kirin.

Top