Cebheya Tirkmenî: Pêwîst nake PKK li Kerkûkê be
Aydin Marûf destnîşan kir, ku Pêşmerge Kerkûkê û grûpên li deverên din diparêze û pêwîstî bi PKKê nîne.
Parlementerê Turkmen amaje kir ku siyaseta Tirkiyê li gel Herêma Kurdsitanê bi giştî ye, ne tenê li gor partî û bajaran e.
Marûf di hevpeyvîneke li gel Rûdawê de bersiv da pirsên Rûdawê yên li ser mijarên weke pêwendiyên navbera Kurdistanê û Tirkiyê, pêşroja Mûsil û Tileferê, hebûna PKK li Şingal û Kerkûkê, daxwaz û pirsgirêka tirkmenan, û hilbijartina Kerkûkê.
Rûdaw: Gelo armanca hevdîtinên Tirkmenên li Herêma Kurdistanê, ligel Erdogan û Yildirim çi bû?
Aydin Marûf: Berî her tiştî serdaneke giring bû. Cara ewil e ku hemû nûnerên tirkmenan bi hev re çûn Tirkiyê. Di serdanê de bi Serokomar û Serokwezîr re hevdîtin pêk anîn. Di civînê de bi piranî li ser pêwendiyên Tirkiye û Iraqê hate axavtin. Berpirsên Tirkiyê aşkere kir ku ew dê ji her hêlan ve alîkariya tirkmenan bikin, bi taybetî jî piştî ku Mûsil û Tilefer bên rizgarkirin, ji bo pêşveçûna deverên Tirkmenan, ew dê her dem ligel Iraqê be.
Serdanên we û Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê, çi qas bandor li ser asayîbûna pêwendiyên Enqere û Bexdayê kir?
Heke em li pêwendiyên navdewletî yên Tirkiyê binêrin, em dê bibînin ku pêwendiyên gelek bihêz bi Herêma Kurdistanê re hene. Him Herêma Kurdistanê û him jî berpirsên Tirkmenan, bi taybetî jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bûne hêmana giring a asayîbûna pêwendiyên Enqere û Bexdayê.
Beşek ji çavdêran dibêjin ku li Bexdayê, naxwazin pêwendiyên Tirkiye û Iraqê bê asta asayî. Gelo we ji aliyê berpirsên Tirkiyê, tiştekî wiha dît?
-Tirkiye dixwaze ku Iraq ji aliyê hemû pêkhateyên ku li Iraqê dijîn, were birêvebirin. Dixwaze di pêvajoya siyasî de hemû gelên Iraqê hebin. Herwiha di operasyonên Mûsil û Tileferê de hebûna PKKê ya li Şingal, Mexmûr û Kerkûkê, di navbera her du welatan de dibin sedema çêbûna pirsgirêkan. Niha her du alî ji bo xilasbûna ji van mijaran, fikreke hevbeş digerin.
Ji bo pêwandiya Tirkiyê bi Herêma Kurdistanê û bi tirkmenan, gelo ramaneke nû ya Tirkiyê heye?
Tirkiye ligel pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re pir rehet e. Dixwaze pêwendiyên tirkmenan bi Herêma Kurdistanê re pêşve bibiçe û Tirkmen tevli siyaseta Herêma Kurdistanê û Iraqê bibin. Me anî ziman ku divê pêwendiyên Hewlêr û Enqerê hinekî din jî pêş bikeve. Em dibînin ku Tirkiye, pêwendiya xwe bi seranserê Herêma Kurdistanê bi rê ve dibe, ne tenê bi partiyekê re, yan li ser navê bajaran, Hewlêr e yan Duhok e.
Hebûna Tirkiyê li Silêmaniyê gelek kêm e, gelo we ev hîs kir?
Weke ku min got Tirkiye pêwendiyên xwe bi seranserê Herêma Kurdistanê re dimeşîne. Ez bawer nakim ku di navbera aliyên siyasî de ciyawaziyê bike. Ji ber ku Hewlêr payîtexta Herêma Kurdsitanê ye, pêwendî bi piranî li Hewlêrê ye. YNK xwe pir zêde nêzî Tirkiyê nake. Enqere çawa ku giringî dide pêwendiyên xwe yên Hewlêrê, wisa jî giringî dide Silêmaniyê jî.
Dema hevdîtina we ya bi Serokomarê Tirkiyê re şêwirmendê MÎTê jî beşdar bû. Li ser mijara Heşdî Şeibî û kontrolkirina Tileferê, çi biryar hat dayîn?
Tilefer yek ji navendên herî giring ên Tirkmenên Iraqê ye. Me çend car ev anî ziman, em qebûl nakin ti grûpek mezhebî têkeve wê derê, yan jî tevli operasyonan bibe. Armancên siyasî yên hin hêzên çekdarî hene ku dixwazin têkevin Tileferê. Ew dê zirarê bidin gelê wê derê, ev jî dê bibe sedema guherîna demografiya wan deveran. Di civînê de serokeşîrên ji Tileferê bi serokwezîr Ebadî re li hev kir ku tenê Artêşa Iraqê û hêzên polîsan beşdarî operasyonan bibin. Tekez rola Tirkiyê heye ku Heşdî Şeibî nêzîkî Tileferê nebe.
Li ser siberoja Mûsilê, daxwazên Tirkmenan çi ne? Gelo we bi Hewlêr, Bexda û Enqereyê re li ser vê mijarê, projeyeke parve kir?
Ji bo siberoja Mûsilê hîn hevpeymanek nehatiye kirin, lê gava ku bixwazin rêvebiriya Mûsilê biguherînin, em dê bixwazin ku Tirkmen li wir roleke çalak bilîze. Herwiha em dixwazin Tilefer bibe parêzgeh. Çunkî hinek aliyên herêmî hene ku dixwazin van deran bi navê mezhebî dabeş bikin, em vêya qebûl nakin.
Di çarçoveya operasyona Mûsilê de gelo we hîs kir ku Tirkiye li dijî PKKê operasyonek li dar bixe?
Em PKKê weke partiyekê qebûl nakin. PKK di raya navdewletî de jî nayê pejirandin. PKK li gor berjewendiyên hin dewletên vê herêmê, ji bo guherandina demografiya Mûsilê dixebite. PKK sedemeke têkçûna pêwendiyên Bexda û Enqerê ye, herwiha ji bo Herêma Kurdistanê jî êdî pirsgirêk e. Madem ku pêşmerge li Şingal û li wan deveran e û wan diparêze, nexwe pêwîstiya hebûna PKKê nemaye. PKK dibe sedema têkçûna hevsengiya siyasî.
Piştî rêkevtina Tirkiye û Iraqê, li van deran aqûbeta PKKê dê çi bibe?
Vekişîna leşkerên Tirkiyê ji Iraqê, dê bê berdêl nebe. Herwiha ez bawer nakim ku PKK ji Şingalê bê pirsgirêk derkeve. Belkî jî dixwazin pirsgirêk û alozî derxin. Tirkiye li ber hebûna PKKê li Şingalê bêdeng namîne. Ev jî mafê wê yê siruştî ye ku ewlehiya xwe biparêze. Birastî hebûna PKKê li Şingal, Mexmûr û Kerkûkê, ji bo pêwendiyên Hewlêr, Enqere û Bexdayê gefek e. Em wekî tirkmenan naxwazin li van deran ti alozî û pirsgirêk derkevin. Pêwîst e ev mijar bi rêya siyasî were çareserkirin.
Bereya Tirkmenan, ji bo ku hêrsa Tirkiyê bilindtir bike, hebûna PKKê ya li Kerkûkê, gelo pir zêde mezin nake?
Em hebûna PKKê ya li Kerkûkê pêwîst nabînin. Pêşmerge hemû pêkhateyan diparêze.
Madem wisa ye, ji ber çi Serokê Bereya Tirkmen Erşed Salihî ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî xweste ku hêzekê bişîne Kerkûkê?
Ew ji bo parastina devera Hewîceyê bû, ji bo Kerkûkê nebû.
We çend car xwestibû ku tirkmen hêzeke çekdarî pêk bîne. Madem pêşmerge hemû pêkhateyan diparêze, hûn vêya ji bo çi dixwazin?
Ji bo ku em xwe bi xwe û mala xwe biparêzin, damezrandina hêzeke çekdarî gelek giring e. Di sala 2014an de gava DAIŞê bajarên wan (tirkmen) dagîr kir, hêzek nebû ku wan biparêzin.
Mûsil û Kerkûk ji hev cuda ne. Li Kerkûkê pêşmerge hene, ji ber çi hûn hîn jî hêzeke çekdarî dixwazin?
Tirkmen ji pêkhateyên sereke yên vê herêmê ne, ji ber çi hêzeke wan a çekdarî tune be? Heşdî Şeibî bi pêşmergeyan li hev kirine û hatine Kerkûkê. Nexwe hebûna hêzeke çekdarî ya tirkmenan ji ber çi dibe pirsgirêk? Herwiha gava civînên dewletên hevpeymaniyê çêdibin yan jî gava serdanên dewletên din ên bo vê derê çêdibin, grûpên ku hêzên wan ên çekdarî hene di civînan de amade ne û tevli biryarên siyasî dibin, grûpên din tên paşguhxistin.
Ji ber çi hûn jî weke Erebên Rabîayê, pêkanîna hêzeke li bin pêşmergeyan naxwazin?
Me xwest. 2 sal berê me di dema Birêz Mistefa Seyîd Qadir de hêzeke tirkmenan a ku bi 1500 kesî pêkdihat xwestibû, lê ev hate berepaşkirin. Me vê daxwaza xwe ji Hikûmeta Iraqê re jî got, lê ji wir jî bersivek nehat.
Em dîsa vegerin ser mijara Kerkûkê; ji ber çi hûn ji bo birêveçûna hilbijartinan a li Kerkûkê dudil in?
Hewîce navçeya herî mezin a Kerkûkê ye û niha di destê DAIŞê de ye. Gava Hewîce hate rizgarkirin em dikarin mijara hilbijartinan biaxivin. Heta ku DAIŞ li Mûsil, Tilefer û Hewîceyê be, birêveçûna hilbijartinan zehmet e. Ji aliyê siyaset û ewlehiyê ve, dê bêîstîqrarî çêbe. Îhtîmala hîleya hilbijartinan heye, lewra li Kerkûkê milyonek penaber hene. Herwiha di vê rewşê de pêkhateyên wê derê tifaqek çêbikin.
Weke ku em dizanin li Kerkûkê, di navbera kurd, ereb û tirkmenan de rêkevtinek heye. Ji ber çi hûn careke din qala rêkevtinê dikin?
Rêkevtina pêkhateyên Kerkûkê, piştî nexweşiya Birêz Celal Telebanî bê bandor bû. Telebanî gelek giringî dida pêkhateyên Kerkûkê. Pêkvejiyana ku niha li Kerkûkê heye, bi saya Birêz Mam Celal pêk hat. YNK piştî nexweşiya Telebanî, bi asteke pêwîst, bi pêkhateyên wê derê eleqedar nebû.
Hûn wisa difikirin ku YNK dixwaze xwe ji rêkevtina ji sedî 32 a Kerkûkê dûr bixe?
Li Kerkûkê YNK desthilatdar e û vê rêkevtinê bicih nayîne. Em hêvî dikin ku YNK siyaseta Birêz Telebanî bimeşîne. Weke nimûne kursiya Serokatiya Encumena Parêzgeha Kerkûkê vala ye. Ew peywir li gor rêkevtinê, ya tirkmenan e. Tevî ku Bereya Tirkmenan endamek pêşkêş kir, ew kursî 2 sal in hîn jî vala ne û nadin tirkmenan.
Lê belê aliyê Kurd, di vê mijarê de tirkmenan tawanbar dikin û dibêjin ku hûn li ser namzedekî tifaqekê pêk nayînin.
Nexêr. Tenê namezedekî me heye, ew jî Birêz Elî Mehdî ye ku ew endamê polîtburoya Bereya Tirkmenî ye û di heman demê de endamê Encumena Parêzgeha Kerkûkê ye. Lê belê aliyê Kurd, rêkevtinê bicih nake.
Piştî 11 salan Serokê Bereya Tirkmenan û Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatin ba hev. Gelo we pirsgirêkên xwe yên berê yên bi PDKê re çareser kir?
Pêwendiyên me bi PDKê re gelek baş in. Em pirsgirêkên xwe yên berê, ji ber rewşeke taybet dihesibînin. Lê belê li Herêma Kurdistanê pirsgirêkên me yên li ser mafê tirkmenan hîn jî berdewam e. Bi pêkhatina kabîneya 8emîn, me rêkevtinek çêkiribû ku divê pêkanîna lijneyekê bi asta wezaretê bo karûbarên tirkmenan, di Encumena Wezîran de hebûna şêwirmendekî tirkmen, cîbicîkirina rêvebirekî bo Rêvebiriya Perwedehiya Tirkmenan a ku 7 sal in vala ye û diviyabû Cîgirê Waliyê Hewlêrê tirkmenek bibûna, lê belê heta niha ji vana yek jî nehat kirin.
Ka çi qas rast e ku Wezareta Dadê, bêyî ku bipirsin dane tirkmenan?
Wezîrê Dadê Birêz Sînan Çelebî ji me hate pirsîn û hate cîbicîkirin, em piştgirî didin wî. Lê belê ji tirkmenan nepirsîn ku vê wezaretê bidin wan an na. Gelên kurd û tirkmen nêzîkî hev in. Em naxwazin tenê di dîmenan de hebin. Di biryarên siyasî de, di pêşwazîkirin û serdanên derveyî Herêma Kurdistanê de jî em dixwazin hebin. Ji ber vê yekê em dixwazin weke unsura sereke û gelê duyemîn ê Herêma Kurdistanê bê muamelekirin.
Gel û aliyên siyasî dibêjin “ka nûnerê tirkmenan kî ye”?
Bereya Tirkmenî piraniya tirkmenan e. Kesên ku îrada xwe di destê xwe de dihêle û biryar dide, dikarin bibin nûnerê gelê me.
Lê belê di hilbijartinan de 5 kursiyên ku ji bo tirkmenan hatibû veqetandin, we tenê 1 kursî wergirt.
Rast e, lê em bi fikar in ku di hilbijartinan de destwerdanek hebe. Em dixwazin bila partiyên kurdî, kotaya kursiyan ji bo berjewendiyên xwe bi kar neynin. Di heman demê de ji bo ku tirkmen di pêvajoya siyasî de zêdetir hebin, em dixwazin kotaya kursiyan bikin 10. Em naxwazin destwerdaneke bikin bo hilbijartina namzedên tirkmenan. Asayî ye ku dengên çend hezar kurdan bêne tirkmenan, lê li Duhokê namzedekî tirkmen nikare 20 hezar deng bi dest bixe.
Di pêvajoya asayîbûna atmosfera siyasî ya Herêma Kurdistanê de rola tirkmenan, bi taybetî jî rola Bereya Tirkmenan dê çi bibe?
Em piştgirî didin daxuyaniya dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê û em wisa difikirin ku daxuyaniyeke tam di dema xwe de ye. Çareseriyeke din tune ye, rêkevtineke ku hemû alî tevli bibin divê were îmzekirin. Li vir mijareke giring heye: Bi nebûna Goran, ti rêkevtin bi ser nakeve. Di heman demê de bêyî PDK û YNKê jî nabe, çunkî ev her sê partî, partiyên herî hêzdar ên herêmê ne.
Di rojnameyeke Bereya Tirkmenî de navê Herêma Kurdistanê weke Bakurê Iraqê hatibû nivîsandin. Hûn dê siyaseta xwe ya navê Herêma Kurdistanê, bi vî şiklî bilêvkirinê berdewam bikin?
Nexêr, me li ser vê yekê lêkolînên xwe pêk anî. Peyamnêrê ku ev nûçeyê amade kiriye, nûçe ji çavkaniyeke din wergirtiye. Eger na em navê Herêma Kurdistanê bi kar tînin. Em li Parlementoya Kurdistanê û li siyaseta wê ne. Gotina Bakurê Iraqê bi kar nayînin. Ev mijar tenê bi armanca polemîkê (bikaranîna siyasî) zêde hate mezinkirin.
Rudaw
