Almanya: Pêşmerge pişta DIŞIê şikand
Hewramî bi navê Serkirdatiya PDKê û gelê Kurdistanê spasiya xelk û Hikûmeta Almanya kir ji ber ku di şerê li dijî DIŞIê de alîkariya Herêma Kurdistanê kirin. Barzanî diyar kir ku gelê Kurdistanê jî wê demê qet jibîr nake ku çawa Almanya alîkariyên leşkerî ji Hêzên Pêşmerge re şandin, helbet ew alîkariyên leşkerî di şikandina terorîstan de û parastina canê bi hezaran Pêşmerge parastin.
Ji aliyê xwe ve, Christopher Burger ragihand ku, gel û Hikûmeta Almanya hurmeta wan bo qurbaniyên Herêma Kurdistanê hene ku di ber azadî û aştiyê de canê xwe dane. Em dizanin ku Hêzên Pêşmerge yekem hêz bûn ku DIŞI şikandin û gef û metirsiya wan li ser asta cîhanê kêm kirin.
Cîgirê Konsulê Almanya tekez kir ku welatê wî dê berdewam be li ser perwerdeya leşkerî bo Hêzên Pêşmerge, da ku zêdetir karibin rûbirûyê terorîstan bibin, ji ber ku Almanya Herêma Kurdistanê wek beşek girîng ji aramiya navçeyê dibîne.
