4 parlementên HDPê hatin berdan
Parlementerên HDPê Osman Baydemîr, Îmam Taşçier, Ahmet Yildirim û Mehmet Emîn Adiyaman îro hatibûn binçavkirin. Osman Baydemîr û Ahmet Yildirim ji bo doza KCKê dema çûbûn Dadgeha Diyarbekirê ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin, piştre jî serbest hatin berdan.
Herwiha, duh Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê derbarê Taşçier de bi hinceta Dewleta Komara Tirkiyê piçûk xistiye û li hemberî Serokomar Erdogan gotinên xirab bikar aniye, biryara girtinê dabû. Taşçier îro dema ji mala xwe derdiket ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Lê piştre hate berdan.
Dîsa îro danê sibê jî Parlementerê HDPê ya Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman li mala xwe ya bajarê Stenbolê hatibû binçavkirin.
Ji 4ê Cotmeha 2016an ve heta niha di encama operasyonên li dijî parlementerên HDPyê de 11 parlementer girtî ne.
K24
